Kurtefîlma hunerî ya bi navê “Keleka Min a Kaxezî”, ku çîrokeke tijî wate û dîmenên balkêş dihewîne, di nav bi dehan berhemên cîhanî de derket pêş û karî xelata “Bandorên Dîtbarî yên Herî Baş” (Best Visual Effects) di Festîvala Xelatên Fîlmên Azad (Free Film Awards) de li welatê Brîtanyayê bi dest bixe. Ev wekî destkeftiyeke nû di dîroka sînemaya Kurdî de tê tomarkirin.
Hozan Şêrzad, nivîskar û derhênerê kurtefîlmê, diyar kir ku xebatên kişandina vê berhemê di destpêka sala 2025’an de dest pê kirine. Wî eşkere kir ku ev serkeftin tenê di çarçoveya jêhatiya derhêneriyê de namîne, belku encama xebateke tîmî ya dilsozane ye ku tê de komek hunermend û pisporên warên cihêreng bi ruhekî tije berpirsiyarî hevkar bûn ji bo afirandina vê berhema dahêner.
Yek ji sembolên sereke û girîng di çîroka fîlm de, Keleka kaxezî ya taybet bû ku erka çêkirina wê ji bo Çalak Letîf û Elî Newzad hatibû spartin. Ev her du hunermend piştî çar rojan ji xebata berdewam û bêrawestan karîn kelekê amade bikin, paşê çendîn rojên din jî ji bo amadekirina dekor û pêdiviyên din ên hûr ên fîlm terxan kirin. Ew roj ji bo hemû karmendan bibûn çavkaniya ezmûnê, bîranînên şîrin û hevkariyeke bêhempa.
Di derbarê pêşbirka li ser asta navneteweyî de, derhêner anî ziman ku fîlm ji nav zêdetirî 60 kurtefîlmên welatên cihê yên cîhanê hatibû hilbijartin ji bo beşdarbûna di Festîvala Xelatên Fîlmên Azad de li Brîtanyayê. Piştî dîtin û nirxandina hûr a berheman ji hêla lijneya dadweran ve, berhemên herî baş di heşt kategoriyên cihê de hatin diyarkirin. Di nav wan de, kurtefîlmê “Keleka Min a Kaxezî” ji ber hûrgilî, afirînerî û keda tîma karê dîtbarî, bi hêjayî xelata “Bandorên Dîtbarî yên Herî Baş” wergirt.
Hozan Şêrzad tekez kir ku ev serkeftin ji bo wan tenê wergirtina navekî nîn e, belku belgeyeke eşkere ye ku bi xebateke cidî û dilsozane, berhema Kurdî dikare di asta navneteweyî de cihê xwe yê lîsta (hêja) bibîne. Wî kêfxweşiya xwe anî ziman ku karîne bi rêya vê berhemê xizmeteke biçûk ji sînemaya kurdî re bikin û şopa xwe bihêlin.
Kurtefîlma “Keleka Min a Kaxezî” ku ji aliyê Hozan Şêrzad ve hatiye nivîsandin û derhênan, berê jî pêşwaziyeke germ lê hatibû kirin û li ser asta navxweyî û herêmî serkeftinên berçav bi dest xistine. Fîlm karîbû di xûla pêncemîn a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê û Festîvala Navneteweyî ya Ciwanên Iraqê de xelatên giranbiha werbigire. Ev jî nîşana berdewamiya afirîneriya tîma fîlm e di gihandina peyamên mirovî û hunerî de bo bîneran.

