KDC

Badîn Heso bi ala Kurdistanê bû şampiyonê bêhevrik ê boksê li Almanyayê

Di destkeftiyeke mezin û bêhempa de, boksor û qehremanê kurd, Badîn Heso Zozanî, karî dîrokeke zêrîn ji bo werzişa Kurdistanî tomar bike û bi fermî bibe şampiyonê seranserê Almanyayê di lîstika boksê ya ser bi rêxistina WBCyê de. Ev yek piştî wê yekê hat ku di lîstikeke çarenivîssaz de serkeftineke mezin li hemberî hevrikê xwe yê Alman David Kerkeman bi dest xist.

Rûbirûbûna ku bala hezkiriyên werzişê kişandibû ser xwe, bû qada nîşandana hêz û şiyana vî lîstikvanê Kurd. Badîn Heso bi awayekî bi fexr û şanazî, bi hildana ala pîroz a Kurdistanê û di bin dengê sirûda neteweyî “Ey Reqîb” de çû nav qada lîstikê. Di lîstikê de ku kêmtir ji 5 deqeyan ajot, Badîn karî di gera duyem de bi lêdanên xwe yên hûr û bi hêz dawî bi lîstikê bîne û bi fermî bibe şampiyonê Almanyayê.

Bi destxistina vê nasnavê di dîroka lîstikên boksa WBCyê de ji bo lîstikvanekî Kurd bi ala û sirûda neteweyî re, bûyereke kêmwêne û girîng e ku dengvedaneke mezin bi xwe re anî. Ev serkeftin pêgeha werzişvanên Kurd li Ewropayê hîn xurtir kir û îsbat kir ku ciwanên Kurd dikarin di astên herî bilind ên navneteweyî de hevrikiyê bikin.

Berî pêkanîna vê lîstika girîng, ev qehremanê Kurd peyam dabû ku ew ê tevahiya hewl û şiyana xwe bi kar bîne ji bo ku vê nasnavê bixe pal navê Kurd û Kurdistanê. Bi vê serkeftinê re, di demeke kurt û rekor de ne tenê sozê xwe bir serî û parastina kembera şampiyontiyê kir, lê belê niha bi fermî navê xwe wekî stêrka jimare 1 a tevahiya Almanyayê çespand û bû cihê şanaziyeke mezin ji bo her takekî Kurd.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Îranê Du Kolberên Kurd Birîndar Kiriye

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ya Newrozê 

KDC

Şingal birînek vekirî, hê jî nehatîye derman kirin. Hemi şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Harmn