KDC

Li Efrînê çekdarek li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî hat kuştin



Li Efrînê çekdarekî eşîreta Miwalî kurmamê xwe li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî kuşt.

Çend çavkaniyên xwecihî ji nava Efrînê belav kirine ku çekdarekî eşîreta Miwalî yê bi navê Ebû Redah li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî, li gundê Qestel Miqdad ê ser bi nahiya Bilbilê ve hatiye kuştin.

Li gor wan çavkaniyan, di navbera endamên wê eşîretê de li ser dabeşkirina zeytûnên ku ji erdên gundê Qestelê dizîne, şer derketiye û ew çekdar ji aliyê kurmamê xwe ve hatiye kuştin.

Hatiye ragihandin ku şer hemû li ser çiwalek zeytûn bûye û di encamê de çekdarê bi navê Ebû Redah hatiye kuştin.

___

Li Brîtanyayê zêdetirê 16.000 penaber ji mafê hevgihandina malbatê bêpar mane

Karzan

Why investors are paying millions for medical office buildings

kurdish dc

Brîtanya: 440 koçberên nû bi rêya deryayê gihaştin peravên Îngilîz 

KDC