KDC

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê vê karê dike

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê, 8 sindoqên nû ji bo radestkirina çek û kêran li navçeyên başûr û rojavayê Yorkshireyê danî, ev jî weke hewldanekê ye ji bo kêmkirina tundûtîjî û tawanên li wan navçeyan.

 

Ev projeya ku ji aliyê hikûmetê ve budce jê re hatiye dabînkirin û ji aliyê rêxistina “Word 4 Weapons” ve tê birêvebirin, rê dide welatiyan ku bi awayekî aram çekên xwe yên bê destûr radest bikin. Li gor amarên fermî, ji Tîrmeha 2025an ve heta niha, zêdetir ji 15,000 kêr û çekên cur bi cur bi rêya wan sindoqan hatine komkirin.

 

Tawanên girêdayî kêr û çekên sar di salên borî de bûye yek ji kêşeyên mezin ên ewlehiyê yên Brîtanyayê, bi taybetî di nav ciwanan de. Hikûmeta Brîtanyayê ji bilî tundkirina sizayên hilgirtina çekan, hêviya xwe biriye ber rêyên alternatîf, weke danîna wan sindoqan û birêvebirina kampanyayên hişyariyê, da ku bêyî rêkarên yasayî yên tund, welatiyan han bide ku dest ji çekên xwe yên neyasayî berdin.

___

Yewnanîstanê Çend Koçber Di Nav Belemekê De Desteser Kirine

KDC

Bernî yê Swîsreyê cara duyemîn pêşwaziya însiyatîfeke siyasî ya ji bo avakirina parlamenta penaberan kir 

KDC

Parlamenta Elmanyayê bi yekdengî qirkirina Êzidiyan weke jenosîd bi nav kir 

KDC