KDC

Desteya nû ya rêveberiya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê hat hilbijartin

Li bajarê Düsseldorf a welatê Almanyayê, bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna Şifa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, yekemîn kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora hat lidarxistin.

Di pêvajoyeke demokratîk de ku nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdistana Sor tê de beşdar bûn, peyrewa navxwe hat pesendkirin û desteyeke nû ya 9 kesî ji bo rêvebirina federasyonê hat hilbijartin.

Di dema birêveçûna karên kongreyê de, bi hûrgilî guftûgo derbarê peyrewa navxwe ya federasyonê de hat kirin û endaman dîtin û pêşniyarên xwe ji bo dewlemendkirin û rêkxistina karên paşerojê yên federasyonê xistin rojevê.

Paşê pêvajoya dengdanê ji bo hilbijartina desteya nû ya rêveberiya federasyonê dest pê kir, ku tê de 49 endamên kongreyê mafê dengdanê hebû. Ji bo birêveçûna pêvajoyeke zelal, lîjneya cudakirina dengan hat pêkanîn ku bi şêweyeke dadperwerane nûnertiya hemû parçeyên Kurdistanê û Qefqasyayê tê de hatibû ber çav girtin. Endamên lîjneyê pêk hatibûn ji Ebas Mende ji Rojhilatê Kurdistanê, Macid Nûrî ji Başûrê Kurdistanê, Sebrî Resûl ji Rojavayê Kurdistanê, Fetah Tîmar ji Bakurê Kurdistanê, ligel Caso Wezîr wek nûnerê Qefqas û Kurdistana Sor.

Piştî cudakirina dengan, 9 endaman li gorî pilebendiya dengên xwe karîn serkeftinê bi dest bixin û bibin endamên desteya nû ya rêveberiya federasyonê.

Xala balkêş û girîng a vê hilbijartinê ew bû ku desteya nû nûnertiya nivîskarên Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Ew navên ku baweriya kongreyê bi dest xistin û ji bo desteya nû ya rêveberiya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyasporayê derketin, pêk tên ji Serdar Caf, Davan Yehya, Gewher Memo, Qadir Şîrî, Welî Sebrî, Ebdullah Cindî, Baran Baravî, Omer Îsmaîl û Ebdulbaqî Huseynî. Herwiha her yek ji Yusra Zubêr û Xeylaza Reşîd wek du endamên yedek ên desteyê hatin hilbijartin.

Girêdana vê kongreyê li derveyî welat, gaveke girîng û stratejîk e ji bo komkirina şiyanên qelem û nivîskarên Kurd li diyasporayê. Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê, kar ji bo parastina ziman û çand û kultura Kurdî dike û armanca wê ye ku doza rewa ya gelê Kurdistanê di riya edeb û nivîsînê re bi civaka navneteweyî bide naskirin. Beşdarbûna nivîskarên parçeyên Kurdistanê ligel Kurdistana Sor, peyameke bihêz a neteweyî ye ji bo yekrêzî û têkelkirina ezmûnên cuda.

Ji aliyekî din ve, amadebûna Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li vê kongreyê, nîşandera girîngîdan û piştevaniya berdewam e ji bo revenda Kurdistanî bi giştî û federasyon û komele û navendan bi taybetî li seranserê cîhanê, da ku di riya navendên rewşenbîrî re yekrêziya neteweyî were parastin û pira peywendiyê di navbera Kurdên diyasporayê û niştiman de bihêztir bibe.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

şandeke konfedralî û navenda Rewanda Kurdistanî serdana yekîtiya parlementerên Kurdistanê kir

KDC

Konferanseke Taybet

KDC

Sedema Jêbirina Encaman Hatiye Aşkere Kirin

KDC