Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê civîneke agahdarkirinê li ser siyaseta penaberiyê û paşeroja penaberên Sûrî li dar xist
Roja Şemiyê, di dîroka 24ê Cotmeha 2026an de, Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê, li bajarê Rotterdamê civîneke agahdarkirinê li ser nûtirîn pêşhatên siyaseta penaberiyê li Holandayê û Yekîtiya Ewropayê li dar xist.
Di civînê de mafê mayîna penaberan, rewşa Kurdên Sûriyê û pirsa vegera wan bo Sûriyê, mijarên sereke yên gotûbêjê bûn.
Armanca lidarxistina vê civînê, zêdetir agahdarkirina nav civaka Kurdistanî ye li ser guhertinên di siyaseta penaberiyê de û bandorên ku dikarin li ser jiyan û paşeroja penaberan û malbatên wan hebin.
Girîngiya vê mijarê di amarên fermî de jî xuya dike. Li gor wan zanyariyên ku hikûmeta Holandayê di meha Pûşpera 2026an de pêşkêşî parlamentoyê kirine, heta roja 1ê Nîsana 2026an, li Holandayê 17.310 daxwazên penaberiyê yên Sûrî û 76.200 penaberên Sûrî yên xwedî destûra mayînê hebûne. Di nav kesên ku destûra mayînê hene de, 70.840 kes xwedî destûra demkî ne û 5.360 kes jî xwedî destûra mayîna daîmî ne.

