Şifa Barzanî, Serpereştê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di peyamekê de sersaxiyê ji bo koça dawî ya kesayetiyê diyar ê miletê Kurd Husên Bedir Hesoyan ragihand û hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên wî anî ziman.
Şifa Barzanî Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyama xwe pêşkêşî Hesen Remoşî, Cîgirê Serokê Federasyona Komelên Kurdî yên Navdewletî û malbata xwedê jêrazî Husên Bedir Hesoyan kiriye. Di naveroka peyamê de bal hatiye kişandin ser rola girîng û dilsozane ya wî kesayetiyî di nav federasyon û civaka Kurdî de, bi taybetî hewldanên wî yên berdewam ji bo pêşxistina ciwanên Kurd. Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî koça dawî ya wî kesayetî wek xemeke mezin ji bo hemûyan bi nav dike û di vê dema dijwar de xwe bi hevparê xema malbat, xizm û dostên wan li seranserê cîhanê dizane.
Naveroka peyamê wiha ye:
Ji bo birayê hêja Hesen Remoşî, Cigîrê Serokê Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî,
Ji bo malbata birêz a xwedê jêrazî Huseyînê Bedir Hesoyan,
Bi xemgîniyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û xizmetkarê miletê Kurd, Huseyînê Bedir Hesoyan bihîst.
Huseyînê Bedir bi dilsozî û fedakariya xwe ya di nav Federasyonê û civaka Kurdî de, her weha bi hewldanên xwe yên ji bo pêşvebirina ciwan û lawên miletê me, wek kesekî hêja û xizmetkar dihate naskirin. Koça wî ya dawî ji bo me hemûyan cihê dax û xemê ye.
Di vê kêliya dijwar de, em bi navê Serpereştiyariya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, sersaxiyê li we, li hemû endamên malbata we ya rêzdar, xizm û dostên we yên li Ermenistanê û li her derê cîhanê dikin. Em di vê xema we de, xwe bi hevpar dibînin.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û cîhê wî bike behişt. Xwedê sebir û hedarê bide we û malbata we ya hêja.
Şifa Barzanî
Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
li Baregeha Barzanî
23.07.2026


