KDC

Projeyasaya nû ya koç û penaberan a Brîtanyayê ya sala 2026an bi mebesta guhertineke bingehîn pêşkêşî Parlamenê kirin

 

Hikûmeta Brîtanyayê di pengaveke nû de ji bo dubare rêkûpêkkirina mijara penaberan, projeyasaya koç û penaberan a sala 2026an pêşkêşî Civata Giştî ya Parlamenê kir, ku biryar e di 13ê Tîrmeha îsal de xwendina duyem ji bo wê bê kirin. Ev Projeyasaya ku piranîya herêmên Keyaniya Yekbûyî (UK) li nav xwe digire, armanc dike guhertineke mezin di şêweyê dayîna mafê rûniştinê de bike û desthilateke nû ya dadweriyê ava bike.

Li gorî têbiniyên zelalker ên di nav projeyasayê de, hikûmet dixwaze bi rêya vê yasayê desthilateke nû ya serbixwe ji bo temyîzkirin (îtiraz) û pêdaçûna dosyayên koçê ava bike, tevî tundkirina rêkarên girêdayî cîbicîkirina maddeya 8an ji Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan.

Di heman demê de, yasa kar dike bo betalkirina cûreyên cihêreng ên daxwazên penaberiyê û şûna wan bi modeleke yekgirtî bi navê “Parastina Bingehîn” tije bike. Her wiha, mekanîzmayekê ava dike ji bo mecbûrkirina wan penaberên ku alîkariya darayî werdigirin daku beşek ji lêçûnên xwe vegerînin her dema ku ji aliyê darayî ve şiyana wan hebe. Ji bilî vê yekê, reformên di çarçoveya yasayî ya taybet bi “koletiya serdemê” û rûbirûbûna îstîsmarkirina mirovan de jî di nav vê yasayê de cih digirin.

Ev projeyasaya ku ji 53 maddeyan û 5 xişteyan pêk tê û li ser 6 beşên sereke hatiye dabeşkirin, temamkerê wan siyasetan e ku hikûmetê berê di meha Mijdara 2025an de ji bo vegerandina kontrolê bo siyaseta penaberiyê ragihandibû. Ji bo gotûbêjkirina zêdetir a van pengavan, biryar e Komîteya Dadwerî ya Parlamenê di roja Sêşemê 7ê Tîrmeha 2026an de rûniştinekê encam bide ji bo guhdarkirina li belgenameyan derbarê wan rêkarên ku girêdayî temyîzkirina dosyayên koçê ne; ev yek jî ligel weşandina çendîn belgename û nirxandinan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ve ku tekeziyê li ser rizgarkirina pergala penaberiyê û kêmkirina lêçûnên ser milê hikûmetê dikin.

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

Li Ser Sînorê Îspanya Û Fransayê Koçberek Winda Bûye 

KDC

45 Salîya Damezirandina Komkar hat Pîrozkirin.

Harmn

Peyame Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Harmn