KDC

Papa ji bo wan koçberên ku di “rêya jiyanê” de jiyana xwe ji dest dane nimêj dike

Di demekê de ku Amerîka bi aheng û lîstikên agirîn pîrozbahiya 250emîn salvegera serxwebûna xwe dike, Papa Leo XIV ku yekem papayê li Amerîkayê ji dayik bûye, roja 4ê Tîrmehê li girava Lampedusa ya Îtalyayê derbas kir. Armanca vê serdanê rêzgirtina li wan bi deh hezaran koçberan bû ku ji bo gihîştina azadî û jiyaneke baştir li Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.

Ev serdana Papa peyameke sembolîk û pir bi hêz e li dijî polîtîkayên tund ên rêveberiya Donald Trump a li hemberî koçberan. Papa bi bîra Amerîkiyan xist ku welatê wan di bingeh de li ser destê koçberan hatiye avakirin û parastina jiyana mirovan pêşwazîkirina koçberan jî li xwe digire. Di heman demê de, bang li serkirdeyên Ewropayê kir ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî di krîza koçberan de bigirin ser milên xwe û bi dilovanî nêzîkî wan kesan bibin ku ji ber nakokî û hejariyê direvin; wî anî ziman ku nabe ev mirov tenê werin paşguhkirin an redkirin.

Girava Lampedusa ku xala herî nêzîk a Ewropayê ye ji parzemîna Afrîkayê, ev bi salan e ku bûye navenda sereke ya gihîştina koçberan. Her çend amar nîşan didin ku hejmara gihîştina koçberan ji bo Îtalyayê îsal daketiye 14,464 kesan, lê metirsiyên li ser jiyana wan kêm nebûne. Bi awayekî ku ji sala 2014an ve zêdetirî 35,000 koçber li Deryaya Navîn de winda bûne û xeniqîne. Ev pengava Papayê nû, berdewamkirina wê rêbazê ye ku berê Papa Fransîs di sala 2013an de li heman giravê ji bo piştgiriya koçberan dabû destpêkirin.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

Navenda Revenda Kurdistanî Beşdarî Civîna Rewşenbîrî Ya YNRKS Bû

KDC

Xelîfe Hafter Wê Beşdariya Hilbijartinên Serokatiya Lîbyayê Bike

KDC

Serokê Herêmê Daxwazek Ji Hemû Aliyên Kurdistanî Kiriye

KDC