Rojnameya kevnar a Rya Teze, li ser malpera xwe ya fermî peyameke Şifa Barzanî, Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî belav kir. Di peyama xwe de bi helkefta destpêkirina karên malpera fermî ya ryateze.net, pîrozbahiyê li Tîtalê Keremê Seyad û xebatkarên rojnameyê û Radyoya Êrîvanê kir û rola wan a dîrokî di parastina nasnameya neteweyî de bilind nirxand.
Di peyama xwe de ku li ser platforma dîjîtal a nû ya rojnameya Rya Teze hatiye belavkirin, Şifa Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku rojnameya Rya Teze û Radyoya Êrîvanê di dîroka hevçerx a gelê Kurd de ne tenê du dezgehên ragihandinê bûn, lê wekî du dibistanên mezin rola pêşengiyê di parastina ziman, çand û nasnameya neteweyî ya Kurd de lîstine.
Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî behsa wê yekê kir ku keda xebatkarên van dezgehan di serdemên herî dijwar de, wekî mîrateyeke zêrîn di bîra her takekî Kurd de bi zindî dimîne.
Şifa Barzanî çalakkirina malpera fermî ya rojnameyê di serdema dîjîtal de wekî gaveke pir girîng û pêwîst wesif kir, ku dê bibe pireke nû di navbera dîroka biqîmet a rabûrî û nifşên îro de.
Her wiha Şifa Barzanî eşkere kir ku malpera ryateze.net dê bibe çavkaniyeke zelal û dewlemend ji bo revenda Kurdistanî li seranserê cîhanê, da ku bikaribin bi hêsanî bigihîjin wê dîroka dewlemend û bi keda xebatkaran agahdar bibin. Di heman demê de, wî piştgiriya berdewam a Baregeha Barzanî bo her hewleke neteweyî û çandî dûpat kir û hêvî xwest ku ev platform bibe ronahiyeke nû di qada ragihandina kurdî de.
Rojnameya Rya Teze û Radyoya Kurdî ya Êrîvanê ji stûnên herî berbiçav ên dîroka medya û çanda kurdî ne, ku roleke mezin di naskirina ziman û çanda kurdî de li herêmên Yekîtiya Sovyeta berê û Qefqasyayê lîstine. Çalakkirina malpera dîjîtal ryateze.net di tîrmeha sala 2026an de, wekî veguhastina vê mîrateya dewlemend bo nav qadeke modern tê dîtin, ku xwendevanên nû û revenda Kurdistanî li seranserê cîhanê dikarin hêsantir ji her demê bigihîjin arşîv û babetên wê.
