KDC

Bi çavdêriya Serok Barzanî, sibê 1. kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistan- Diyasporayê li Almanyayê tê lidarxistin

Di pengaveke neteweyî û çandî ya mezin de û bi mebesta komkirina qelemên belavbûyî yên li derveyî welat, biryar e sibê Şemiyê, 25ê Tîrmeha 2026an, bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê mêvandariya yekemîn kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê bike.

Ev rûdana giring, ku bi navê bilîmetê Kurd “Hejar Mukriyanî” hatiye binavkirin, di bin çavdêrî û piştevaniya rasterast a Serok Barzanî û bi amadebûna Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî birêve diçe. Armanc jê parastina resenatiya wêjeya Kurdî û yekxistina nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê û welatên Sovyeta berê yê di bin sîwaneke hevbeş de.

Ev kongreya ku diruşma “Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û nûjen di diyasporayê de” ji bo xwe hilbijartiye, tenê civîneke edebî ya asayî nîn e, belkî projeyeke stratejîk e daku şiyanên revenda Kurdî di xizmeta niştiman de werin bikaranîn. Fikra projeyê û serpereştiya rasterast a karan ji aliyê Şifa Barzanî ve tê birêvebirin, daku nivîskarên Kurd ji rewşa tenêbûnê derbikevin û roleke bi bandor di asta navdewletî û parastina ferhenga neteweyî de bilîzin. Herwiha bibe pirek ji bo naskirina wêjeya Kurdî bi cîhanê û avakirina peywendiyan bi navendên çandî yên cîhanî re.

Yek ji xalên herî balkêş ên vê kongreyê, hilbijartina navê Hejar Mukriyanî ye wekî sembola yekitiyê û rakirina wan sînorên ku di navbera parçeyên Kurdistanê de hatine danîn. Ji ber ku ew kesayetî di warên ferheng, ziman, werger û felsefeyê de mîrateyeke mezin li dû xwe hiştiye. Ji aliyekî din ve, çavdêriya Serok Barzanî ji bo vê projeyê, berdewamiya wê rêbaza dîrokî ye ku Mela Mistefa Barzanî yê nemir di dema damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd de ji bo piştgiriya qelem û edebiyata Kurdî li ber xwe girtibû, ku ev jî hêz û pêgeheke bihêztir dide kongreyê.

Ev federasyon peyameke zelal ragihandiye ku bi tu awayî ne girêdayî tu îdeolojî û partiyeke siyasî ye û deriyê wê ji bo hemû qelemên rengîn û serbixwe vekirî ye. Armanca bilind a vê civînê tenê xizmetkirina edebiyat û çandê ye, piştgirîkirina ciwanan û gava ber bi zimanekî standard ê Kurdî ye. Her çend di vê xula kongreyê de ji ber rewşa herêmê û pirsgirêkên teknîkî beşdariya nivîskarên navxwe ya Kurdistanê sînordar e, lê kar tê kirin ku di pêşerojê de peywendiyeke xurt di navbera nivîskarên navxwe û derveyî welat de were avakirin.

Derbarê dîroka serhildan û avabûna vê federasyonê de, Hermin Ehmed, Berpirsa Ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, behsa qonaxên damezrandina federasyonê kir. Li gorî gotinên Hermin Ehmed, di rojên dawî yên sala 2023an de û li bajarê Essen ê Almanyayê, rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê li derveyî welat bûn xwedî rêxistineke giring a taybet bi xwe.

Di dîroka 26’ê 12’ê 2023’an, rojeke dîrokî bû ku tê de manifestoya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê bi fermî hate ragihandin, ev jî berhema westandineke zêde û ramana kûr û gelek rûniştinên tijî guftûgo ya komeke nivîskaran bû ku dilgermiya wan ji bo avakirina vê malê hebû.

Hermin Ehmed ku ew bi xwe yek ji wan kesên ku ji destpêka guftûgoyan ve heta dema damezrandinê beşdar bûye, vê karê wek erkeke exlaqî û neteweyî dibîne û bawer dike ku ev gav ji bo wan nivîskar û edîban e ku barê Kurdbûn û Kurdistanîbûnê xistine nav çenteyê milê xwe û nehiştine ku li derveyî welat jî qut bibin, armanca wan a sereke ew bûye ku êdî şiyan, berhem û dahênanên pênûsa Kurdî li derveyî welat perçe û ji bîr kirî nemînin, belku bibin lobiyeke bihêz ji bo parastina dîrok, çand û kultûra neteweya me û ev rêxistin bibe mal û dikeke azad ji bo hemûyan bêyî tu cudahiyek.

Di demeke pir kurt de, pênûsên dilsoz ên gelê me bersiva vê bangewaziyê dan û desteya damezrîner ku ji Serdar Caf, Sidiq Şirnexî, Hewraman Elî, Hermin Ehmed, Îbrahîm Yûsif, Xazî Hesen û Bubê Eser pêk dihat, karîn peykerê rêveberiya federasyonê bikşînin, ev peyker li ser çend navendên girîng hatiye dabeşkirin, wek Navenda Ewropa, Amerîka û Kanada, Asya û Rûsya, her wiha Afrîka û welatên Erebî ku her yek ji wan desteya serokayetî û encûmena taybet bi xwe heye. Bi vî awayî, federasyonê soz da ku sala 2024’an û salên pêş de, bi hewl û xîreta nivîskarên derveyî welat, dîroka herî xweşik a tijî xerman û berhemên edebî û rewşenbîrî ji bo neteweya xwe binivîse.

Ev rêxistin di demek kurt de gavên berfireh avêtiye û navenda taybet bi parzemîna Amerîkayê ava kiriye, her wiha di bernameya wê de ye ku navendên Asya, welatên Yekîtiya Sovyeta berê, welatên Erebî û Afrîkayê jî veke, biryar e piştî bidawîbûna kongreyê, navenda Awustralyayê jî ji bo komkirina nivîskarên wê parzemîna dûr were ragihandin.

Ji aliyê medyayî û dîjîtal ve jî, federasyon pişt bi teknolojiya serdemê dibeste ji bo girêdana nifşê nû bi çanda wan ve, di 22’yê Nîsana 2024’an de, hevdem ligel bîranîna 126 saliya derketina yekemîn rojnameya Kurdî, federasyonê malperek bi navê Diyaspora bi her du zaravayên Kurmanciya jor û navend xiste kar. Niha ev malper bûye platformek ji bo sedan nivîskar û babetên edebî û dîrokî, plan jî heye ku di paşerojê de zimanên din ên cîhanê jî lê werin zêdekirin, digel derkirina kovar û çapkirina pirtûkan ji bo nivîskarên li derveyî welat

___

Însîyatîfa komeleyên jinan û bêranîna salvegera pakrewana Kurd Jîna Emînî

KDC

LIC-IDBI deal: Bank employees oppose proposed takeover

kurdish dc

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ya Newrozê 

KDC