KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî serdana Komeleya Çand û Civaka Kurdî-DAL Kir.

Di roja 08.06.2025´an da Konfederasyona Revenda Kurdistanî serdana Komeleya Çand û Civaka  Kurdî-DAR li bajarê Freiburg li Almanyayê kir.

Wefta Konfederasyonê Ji Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, Qahraman Ostman sekereterê Ofîsa Şîfa Barzanî li Baregaha Barzanî û ji KB berpirsê Ofîsa Yasa û Şêvirmendî Kovana Amedî pêk hatibû, ji aliyê Komîteya Birêvebir û komek endamên komelê ve bi germî hatin pêşiwazî kirin.

Di civînê de Serokê Federasyonê Îsmail Kamil, bi berfirehî li ser konfederasyonê û çalakiyên wî agahdarîyê pêşkeşî civata Komelê kir û bersîva çend pirsyaran jî da. Dûra Qahraman Osman û Kovan Amedî jî beşdarî sohbetê bûn û li ser yekrêzî û yekdengîya Kurdan li Dîayasporayê nêrînên xwe pêşkeş kirin.

Serokê Komeleya DAL Biryar Koutî li ser kar û xebat komelê ku di 21.03.2021´an de hatiye damazrandin, armanca komelêû çend projeyên kulturî wek dersên zimanê kurdî, pêşvebirina têgîhiştina hişmendiya neteweyî, alîkariya penaberên kurd, parastina çanda kurdî û peyvendî bi dezgehên Almanî û biyandin re, agahdarî da konfederasyonê.

Piştre endamên Komelê re li ser rewşa welat û rewşa kurdên li diyasporayê sohbetek germ hate kirin. Komeleya Çand û Civaka Kurdî DAL li bajarê Freiburgê, bi dilxweşî xwestin bikevin nav refên Konfederasyona Revenda Kurdistanî.

___

Neteweyên Yekbûyî : Li cîhanê hejmara penaberên bi zorê hatine koçberkirin 100 mîlyonî derbas dike 

KDC

Yûnanistan Ji Bo Koçberan Wê Zêdetir Alîkariya Tirkiyeyê Bike

KDC

Zelenski Qala Tevgera Xeternaka Artêşa Rûsyayê Kir 

KDC