KDC

Bi piştgiriya Serokwezîr 33 ciwanên girtî ji Lîbyayê vegerandin Herêma Kurdistanê

Îro Duşem 7’ê Îlona 2026’an, bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 33 ciwanên Kurd ku berê li welatê Lîbyayê hatibûn girtin, hatin rizgarkirin û bi selametî gihîştin Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.

Ew ciwanên ku zêdetirî mehekê di zîndanên Lîbyayê de mabûn, di rewşeke dijwar a mirovî de mabûn. Pêvajoya azadkirin û vegerandina wan piştî wê hat ku Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevahengî digel Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê, cihê girtina wan diyar kir û rêkarên yasayî û dîplomatîk ji bo vegerandina wan girte ber.

Tîmên tenduristiyê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, tavilê pişkinîna bijîşkî ji bo vegeriyan kirin û paşê radestî malbatên wan hatin kirin. Bi vegera vê komê, hejmara giştî ya koçberên ku bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Lîbyayê hatine rizgarkirin, gihîşt 335 kesan.

Hevdem ligel vê gavê, Fermangeha Medya û Zanyarî amaje bi wê yekê kir ku li gor nûtirîn rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM), diyardeya koçkirinê ji Iraq û Herêma Kurdistanê ve bi şêweyekî berçav kêm bûye, bi awayekî ku di 8 mehên borî de rêjeya koçkirinê di navbera 37% heta 53% de daketiye.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Qirgizistanê ber bi xebata hevbeş ve pengavê diavêjin

Karzan

Düzen Tekkal xelatekî mezin ê Almanî pêşkêşî 50 milyon Kurd û milyonek Êzdî kir

Karzan

Penaber im …..!!!

KDC