Îro çarşem 15ê Tîrmeha 2026an, li bajarê Almatî yê welatê Kazakîstanê, bi beşdariya berfireh a zanyar, akademîsyen, nivîskar û nûnerên saziyên Kurdî ji welatên cuda, Konferansa Navneteweyî ya Lêkolînên Kurdî dest bi karên xwe kir.
Ev konferans wek platformeke zanistî ya girîng tê dîtin ji bo xurtkirina hevkariyên akademîk, parastina mîrateya dewlemend a Kurdî û pêşxistina lêkolînên navneteweyî li ser ziman û dîroka Kurd.
Di dema birêveçûna panelên konferansê de, mijarên sereke yên girêdayî ziman, dîrok, çand, wêje û asoyên paşeroja lêkolînên Kurdî hatin rojevê û ji aliyê pisporan ve bi awayekî kûr hatin gengeşekirin.
Herwiha beşdarên konferansê bi germî pêşwaziya xwe li beşdariya Îsmaîl Kamîl, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê kirin û rêz û spasiya xwe ya zêde ji bo amadebûna wan li bajarê Almatî diyar kirin.
Beşdaran hêvî xwest ku ev cure civînên zanistî bibin gaveke bibandor û bingehîn ji bo bihêzkirina yekrêziya çandî û akademîk a gelê Kurd.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê her tim hewl daye pira pêwendiyê di navbera Kurdên diyasporayê û navendên zanistî û çandî de ava bike, bajarê Almatî li Kazakîstanê jî dîrokeke kevn û girîng di hembêzkirina civaka Kurdî de heye, lidarxistina vê konferansa navneteweyî li vê herêmê di sala 2026an de, girîngiyeke taybet heye ji bo parastina nasnameya neteweyî û girêdana lêkolerên cîhanê bi dîrok, ziman û çanda Kurdî ve.

