KDC

Şifa Barzanî sersaxiyê li Subhî Mîmzaman kir

Di peywendiyeke telefoniyê de, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê, ji ber koça dawî ya Mihemedê kurê wî û hevjîn û zarokekî wan di bûyereke hatûçoyê de li welatê Bulgaristanê, sersaxiyê li Subhî Mîmzaman kir.

Şifa Barzanî digel derbirîna hevxemiya xwe, hêviya şîfaya xêrê û lezgîn ji bo keça wan a birîndar xwest ku tekane rizgarbûyê wê bûyerê ye.

Îro sêşem 28ê Tîrmeha 2026an, Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê digel Subhî Mîmzaman encam da, bi mebestê gihandina peyama hevxemiyê ji bo koça dawî ya Mihemmedê kurê wî û hevjîn û zaroka wî, ev karesata mezin di demekê de rû da ku ew malbata Kurd dixwest piştî demekê ji xerîbiyê, ji welatê Almanyayê û bi rêya bejahî vegerin Herêma Kurdistanê, lê belê li ser axa Bulgaristanê tûşî bûyereke dijwar a hatinûçûnê bûn.

Di wê karesatê de ku duhî 27ê Tîrmeha 2026an rû da, Mihemmed Subhî Mîmzaman û hevjîna wî û yek ji zarokên wan di cih de canê xwe ji dest dan, niha jî keçeke din a wan bi navê Yelma, ku di heman bûyerê de bi giranî birîndar bûye, li yek ji nexweşxaneyên Bulgaristanê di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye û rewşa wê ya tendirustiyê ne cîgir e.

Şifa Barzanî di vê peywendiyê de tekez li ser wê yekê kir ku ew di niza û hevxemiyên xwe de dê berdewam bin heta ku keça wan a birîndar vê qonaxê derbas dike û ji Xwedayê mezin daxwazkar e ku hedar û aramiyê bibexşe malbata wan.

Ev bûyera xemgîn pêleke hevxemiyê di nav Revenda Kurdistanî û welatiyên Herêma Kurdistanê de çêkiriye, bi taybet ku malbat di gera vegerê de bû bo nîştiman.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Navenda Revenda Kurdistanî IRFAN YILDIRIM li kolnê bi bîranî 

KDC

Nûnerê Konfedralîsyona Rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê di çarçoveya çalakî û pêngavên dîplomatîk de li gel du kesatiyên Amerîkî civiya 

KDC

Serdana KB ya Konfederasyona Navenda Kurdistanî Berdewam e 

KDC