KDC

Îranê Du Kolber Birîndar Kirine

Du kolberên ji bajarê Seqiz a li ser sînorê Baneyê, bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan Hengawê, hêzên çekdar ên Îranê roja duşemê li sînorê Birwêşkane ya ser bi bajarê Baneyê gule li kolberan reşandiye û di encamê de 2 kolber birîndar bûne.

Li gor zaniyariyan navên wan her du kolberên Kurd, Sîdiq Tîkabî yê 55 salî xelkê bajarê Seqizê ye û Xebat Sadiqî yê 20 salî jî ji gundê Derewiyan a Jorîn a ser bi Seqizê ye.

Hêjayî gotinê ye ku herdu kolber ji bo dermankirinê birine nexweşxaneya Selahaddîn Eyûbî ya bajarê Baneyê.

___

Konferansa Navendî ya rewnenda Kurdistanî li Swîsreyê

Harmn

Li Bakurê Kurdistanê golek bi temamî miçiqî ye

KDC

Buhayê Petrolê Kêm Bûye

KDC