Piştî derbasbûna çend hefteyan bi ser destpêkirina xebata bi peymana nû ya koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) hişyariyeke tund dide û radigihîne ku ev yasayan dibin sedema tengkirina mafê penaberiyê û bilezkirina pêvajoya deportkirina koçberan.
Ev peyman ku wek bersivekê bo tundkirina sînoran hatiye, desthilateke fireh û bêpêşîne dide welatên Ewropayê da ku rêkarên ewlehiyê li hemberî penaxwazan tundtir bikin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, ev yasayên nû rê didin welatan ku koçberan li xalên sînorî destbexser bikin û kontrolên tund ji wan re bikin, heta berî ku rê bidin wan daxwazên xwe yên fermî yên penaberiyê pêşkêş bikin. Ev rêxistin tekez dike ku ev gav dibe sedema çêkirina kampên girtî û zêdebûna metirsiyên li ser jiyana wan kesên ku ji şer û zordariyê reviyane, ji ber ku pêvajoya nirxandina dozan bileztir dibe û derfeta îtirazkirina li dijî biryaran bi awayekî berbiçav kêm dibe.
Li pişt vê biryarê, Yekîtiya Ewropayê armanc dike ku kontrola tevahî ya tixûbên xwe bike û sîstemeke yekgirtî ji bo parvekirina berpirsiyariyan bişopîne. Lê belê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û gelek çalakvanan bawer dikin ku ev paşveçûneke mezin e ji nirxên mirovî, ji ber ku di şûna dabînkirina parastinê bo penaberan, girîngî li ser xurtkirina dîwarên ewlehiyê û hêsankirina derkirina bi komî ya koçberan tê danîn.
Ev rewşa nû di demekê de ye ku zextên navdewletî bo dîtina riyên mirovîtir ji bo danûstandina bi krîza koçberan re li 27 welatên endam ên Yekîtiyê berdewam in.
Karzan Haidar

