KDC

Di salvegera referandûmê de peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê gihandin Parlamentoya Norwêcê

Di 9emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de, nûnerên Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Federasyona Ciwanan li Norwêcê, li avahiya parlamentoya wî welatî li Osloyê, peyama fermî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî radestî parlamenterekî bilind ê partiya desthilatdar a wî welatî kirin.

Roja înê 25ê 9ê 2026an, şandeke hevbeş a Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Federasyona Ciwanên Diyasporayê serdana Parlamentoya Norwêcê kir û ji aliyê Frode Jacobsen, parlamenterê Partiya Karkeran û berpirsê wê partiyê li bajarê Osloyê ve pêşwaziya wan hate kirin û bîranînnameya fermî ya konfederasyonê pêşkêş kirin.

 

Jacobsen di dema wergirtina bîranînameyê de soz da ku peyam û daxwazên civaka Kurdî bigihîne hemû nûnerên Parlamentoya Norwêcê, her wiha pîrozbahiya vê roja dîrokî li gelê Kurd kir û spasiya xwe û rêzdariya xwe arasteyî revenda Kurdistanî ya li Norwêcê kir ji bo xurtkirina têkiliyan û pêkanîna vê diyaloga dîplomatîk.

 

Ev gava civaka Kurdî li Norwêcê, beşek e ji kampanyayeke dîplomatîk a hevdem û berfireh ku ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve li gelek paytext û bajarên girîng ên Ewropayê birêve diçe, di 25ê Îlona sala 2017an de, gelê Kurdistanê di referandûmeke dîrokî de bi piraniya reha dengê erê da serxwebûnê, salane di vê rojê de revenda Kurdistanî bi rêya hevdîtin û gihandina peyaman bo parlamento û navendên biryardar ên Ewropayê, berdewamiyê dide xebata xwe ya medenî ji bo bidestxistina mafê çarenivîsê.

___

Serokê şaxê şeşemîn yê Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Federasiyona Koma Kurdistanê kir 

KDC

Êrîş Li Firokexaneya Kabûlê Tê Kirine, Elmanya û DYA Bersivê Didine

KDC

Varşova: Belarûs Bi Anîna Penaberan Şerê Sar Dike

KDC