KDC

Ciwanekî Kurd di hilbijartinên şaredariyên Almanyayê de piraniya dengên lîsta Partiya Keskan bi dest xist

Nojdar Seîd, ciwanekî Kurd ê xelkê komelgeha Şarya ya ser bi parêzgeha Dihokê, di hilbijartinên şaredariyan ên wîlayeta Saksonya Jêrîn li Almanyayê serkeftineke mezin a siyasî bi dest xist, di daxuyaniyekê de bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî bal kişand li ser wê yekê ku, di hilbijartinan de kariye zêdetirî nîvê tevahiya dengên lîsta Partiya Keskan li bazina herêma xwe de mîsoger bike.

Di daxuyaniyekê de bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Nojdar Seîd Abdo ragihand: Bo hilbijartina navçeya başûrê bajarê Oldenburgê li wîlayeta Saksonya Jêrîn ku di 13-09-2026an de li Almanyayê birêve çû, wek berendamê lîsta Partiya Keskan xwe berbijêr kiribû, di reqabeta navbera 10 berendamên partiyê de li wê bazinê, karî bi komkirina 1,784 dengan, bi cudahiyeke berbiçav pileya yekem bi dest bixe.

Nojdar bi tenê kariye %51ê dengên giştî yên lîsta Partiya Keskan li wê bazinê bo xwe mîsoger bike, di demekê de hemû 9 berendamên din ên heman lîstê bi hev re 49%ê dengan bi dest xistine, ev encam wek destkeftiyeke bêhempa û belgeya baweriya xurt a dengdêran bi şiyanên vî ciwanî tê dîtin.

Nojdar Seîd Abdo, ji dayikbûyê sala 1998ê yê komelgeha Şarya ye li parêzgeha Dihokê, derçûyê beşa Endezyariya Avahîsazî û Nexşekêşanê ye li Zanîngeha Oldenburgê li Almanyayê û 4 sal e bi awayekî çalak di nav rêzên Partiya Keskan a Almanyayê de kar dike.

___

– Getty Images Wall Street investors can’t remember the last time a GDP report was so crucial

kurdish dc

Hevpeymana Navdewletî Vekişîna Hemû Hêzên Çekdar Ji Iraqê Ragihand

KDC

Nûnerê Konfederasyonê beşdarî rêwresmeke taybet a Enfalê kir

Xelan