Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen, bi eşkere li dijî civaka pirçandî û zêdebûna koçberan helwest girtiye û dibêje, Danîmarka divê nasname û çanda xwe ya neteweyî biparêze.
Frederiksen di hevpeyvînekê de, penaberên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Pakistan û Tirkiyeyê wekî astengek ji bo civaka Danîmarkayê bi nav kir û tekez kir ku divê çanda Danîmarkayê bi hêz bimîne.
Ev jî vedigere wê yekê ku piraniya penaberan tevlî çanda Ewropî nabin û bi xwe re çanda xwe dibin welatên Ewropî, ku ji bo Ewropiyan biyanî ne û tirsa belavbûna wan çandan heye, li hemberî wê jî lawazbûna çanda xwe.
Ev daxuyanî di demekê de ne ku Danîmarka bi çend welatên Ewropî re gotûbêjê dike, ew jî ji bo avakirina navendên dersînorkirina penaberên redkirî bo Rwanda. Her wiha hikûmetê bernameyeke darayî ji bo teşwîqkirina penaberên Sûrî bo vegerîna welatê wan dest pê kiriye.

