KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî di bîranîna enfalkirina Barzaniyan de

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan
Gelê têkoşer ê Kurdistanê li navxwe û diyasporayê

31ê Tîrmehê, bîranîna yek ji xwînavîtirîn tawanên rejîma berê ya Iraqê ye dijî gelê Kurdistanê; ku tê de heşt hezar mirovên bêtawan ji devera Barzan bi awayekî hovane birin bo çol û biyabanan û hatin komkujîkirin. Ev êrîş hewldanek tirsonekî bû bo jêbirina nasnameya neteweyî ya gelê Kurdistanê.

Em di Konfederasyona Revenda Kurdistanî de, di heman demê de ku bi rûmetî bîranîna şehîdan dikin, teqez dikin ku em ê berdewam bin li ser karûbarên xwe bo nasandina vê tawanê li ser astê navdewletî wek jenosîd, da ku dîrok rê li ber dûbarebûna karesatên bi vî rengî bigire.

Em serê rêzê beramber giyanê pak ê şehîdên devera Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê diçemînin. Silav bo berxwedana malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
30 ê Tîrmeha 2024an

___

Erdheja li Bakur û li Rojavayê Kurdistanê, xemên me mezin kir!

KDC

Îsraîlê Bi Moşekan Êrîşî Şamê Kiriye

KDC

25 years of pvt sector mutual funds: Major reforms in the industry

kurdish dc