KDC

Îsraîlê Bi Moşekan Êrîşî Şamê Kiriye

Danê sibeha çarşemê Israîlê êrîşeke ezmanî bi hejmarek roketan bo ser Şam a paytexta Sûriyeyê kiriye û di encama wê de zîyaneka maddî çêbûye.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê ji çavkaniyekî leşkerî ragihandiye ku di saet 12.56an de Îsraîlê bi fûzeyan dest bi êrîşên ezmanî ber bi bakurê Filîstînê kir û yek ji noqteyên li herêma Zekîa ya Şamê armanc girtiye û di encama wê de ziyanên madî çêbûne.

Hêjayî gotinê ye ku di van çend salên borî de Îsraîlê li Sûriyê bi dehan êrîş pêk anîn û cihên artêşa Sûriyê kirin hedef û şemiya borî jî 2 leşkerên Sûriyeyê bi êrîşên fuzeyên Îsraîlê li Şamê birîndar bûn.

___

Ji bo we hêjayan re webinarek li se rola mediayê li dar dixin

Harmn

Dîasporê çi da me çi ji me girt???

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya cihgirê serokê navenda rewanda Kurdistanî-Belcîka kir

KDC