KDC

Bi hezaran koçber peravên Ceuta birîn û gihîştin Spanyayê

Bajarê Ceuta yê ku wek tenê deriyê bejahî yê Yekîtiya Ewropayê li parzemîna Afrîkayê tê naskirin, rû bi rûyê pêleke bêwêne ya koça bi kom bûye. Bi hezaran koçber ku piraniya wan ciwanên Mexribî ne, bi lez û bez berê xwe dane sînorên vî bajarî, ev yek jî dezgehên ewlehiyê yên Spanyayê xistiye rewşa amadebaşiya tam. Ev zexta ji nişka ve berpirsên navxweyî yên bajêr neçar kiriye ku bi hawara lezgîn daxwaza destwerdana rasterast ji hikûmeta navendî ya Spanyayê li Madrîdê bikin, da ku rê li ber hilweşîna kontrola sînoran û vegerandina aramiyê bo navçeyê bigirin.

Destpêka vê krîza nû vedigere belavbûna dengekî li torên civakî ku tê gotin berbanga roja Pêncşemê sînor li ber koçberan tên vekirin, ev zanyariya nerast bûye sedem ku gelek xelk ji bajarokê Castillejos a Mexribê ku tenê 5 kîlometre ji axa Spanyayê dûr e, an ji bajarokê Belyounech ve, bi melekirinê an bi peya li dirêjahiya peravan hewl bidin xalên kontrolê derbas bikin, vîdeoyên belavbûyî dîmenên bi dehan ciwan û heta malbat û zarokan nîşan didin ku di nava avê de bi pêlan re têdikoşin da ku bigihîjin aliyê din ê sînor.

Ji aliyê siyasî ve, wezareta navxwe ya Spanyayê hewl dide hevsengiyekê di navbera parastina serweriya axê û muameleya mirovî de çêbike, Madrîdê tekez kiriye ku yekparçeyiya sînorên wê û ewlehiya welatiyên wê xeta sor in, lê di heman demê de amaje bi wê jî kiriye ku rewş negihîştiye asta ragihandina rewşa awarte li welêt, ev cure muamele nîşandera hestiyariya têkiliyên dîplomatîk e li gel Mexribê, ji ber ku gelek caran Ribat dosyeya koçberan wek karta zextê di danûstandinan de bi kar tîne.

Cihê coxrafî yê Ceuta û Melilla (ku 400 kîlometre li başûrê Ceuta dûr e) taybetmendiyeke bêhempa daye van her du herêman. Ceuta ku ji sala 1580’an ve di bin desthilata Spanyayê de ye, bajarekî pir-çandî ye û 85 hezar niştecihên wê ku têkelek ji Xiristiyan û Misilmanan in, bi aşitî bi hev re dijîn, lê Mexrib van her du bajaran wek axeke dagirkirî ya xwe dibîne û danê bi serweriya Spanyayê de nanîne, ev jî bûye sedem ku Ceuta bibe navenda nakokiyeke dîrokî û siyasî ya berdewam.

Di vê gavê de rewş li ser sînoran ne aram e, ew koçberên ku digihîjin nava axa Ceuta, rû bi rûyê du çarenûsan dibin, beşeke mezin ji wan li gorî rêkeftinên ewlehiyê tavilê vedigerin bo Mexribê, beşa din ku temenê wan ne qanûnî ye an rewşa wan a taybet heye, li navendên pêşwazîkirina koçberan têne hiştin, li wir pêvajoya hûrbînî di dosyeyên wan de dest pê dike da ku were zanîn ka mafê penaberiyê li Spanyayê ji wan re tê dayîn an na, di demekê de ku zextên li ser jêrxaneya mirovî ya bajêr di zêdebûnê de ne.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Kujerên Jina Kurd a Pêlewana Kerkûkî Hatin Girtin

KDC

Li Ser 100´emîn Salvegera Şehadeta Şêx Seîd de Konfederasyona Revenda Kurdistanî semîner li Dar Xist.

Harmn

Konfederasyon Daxwaz Dike Kurdên Hollandayê Deng Bidên Berbijêrekî Kurd

Harmn