Nûnerên Federasyona Jinên Kurd ên Diyasporayê û çendîn navendên sivîl, tevlî Civîna Bilind a Serokatiya Cîhanî ya G100 a sala 2026an dibin ku li bajarê Sesimbra yê Portûgalê tê lidarxistin; ev yek bi mebesta gihandina deng, ezmûn û armancên jinên Kurd bo navendên navneteweyî yên biryardanê û serokatiya cîhanî ye.
Di çarçoveya çalakiyên vê civînê de, Federasyona Jinên Kurd ên Diyasporayê bi rêya Şîrîn Zekî û Arêz Mihemedî, li gel Navenda Lobiyê ya KG û Kongreya Netewe û Dewletan (CNS) bi nûnertiya Awring Şaweys dê beşdar bibin. Armanca sereke ya şandeyê derxistin holê û mayîndekirina nasname û pêgeha hêja ya jinên Kurd e di nav guftûgoyên cîhanî de; bi taybetî di warên bihêzkirina şiyanên jinan, pêşxistina civaka sivîl û parastina çand û nirxên mirovî de.
Beşdarên şandeyê tekez dikin ku bihêzkirin tenê bidestxistina pile û pêgehan nîne, belkî afirandina derfetan e ji bo vegotina çîrok û bîranînên dîrokî, parastina mafên neteweyî û bihîstina dengê wan pêkhateyan e ku di ber azadî û guhertina civakî de têkoşiyane.
Di beşeke din a çalakiyên şandeyê de, belgefilma “Kûçikên Arar û Hecac” ku ji berhema Mihemed Hacî Qadir e, dê ji bo beşdaran û kesayetiyên navneteweyî were pêşandan. Ev berhema hunerî wek amûreke bibandor a belgeyî tê bikaranîn da ku rehendên mirovî, dîrokî û neteweyî yên gelê Kurd bigihîne bînerên cîhanê.
Civîna Bilind a Serokatiyê ya G100 yek ji platformên bilind ên navneteweyî ye ku ji 100 baskên pispor pêk tê û jinên pêşeng, siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan û serkirdeyên civaka sivîl ji seranserê cîhanê tîne cem hev; bi mebesta dariştina siyaseta nû ji bo edaleta civakî û afirandina derfetên wekhev di rêbertî û serokatiyê de. Amadebûna jinên Kurd di vî cureyê komcivînên cîhanî de, gaveke bibandor e ji bo veguhastina ezmûna berxwedan û pêşengiya jina Kurd ji asta herêmî bo ser meydana dîplomasî û danûstandinên navneteweyî.



