Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêcê, projeyeke dîjîtal a pirzimanî wek pireke pêwendiyê ji bo Kurdên niştecihê wî welatî ragihand.
Ev malpera ku bi zimanên Kurdî (zaravayên Soranî û Kurmancî), Erebî, Îngilîzî û Norwêcî hatiye pêşxistin, armanca wê ya sereke komkirina Kurdistaniyan û bihêzkirina pêwendiyên wan ên civakî û çandî ye li diyasporayê.
Rezvan Xazî Ebûzeyd, berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêcê, bal kişand li ser wê yekê ku ramana avakirina vê malperê piştî damezrandina navendê di meha 5 a sala 2026an de hatiye holê, tekez li ser wê yekê kir ku karên wan li ser bingehê raspardeyên Serok Barzanî ye, ku daxwaz kiriye li diyasporayê tenê xizmeta doza Kurd û Kurdayetiyê bê kirin û ji hizbayetiyê dûr bikevin, lewma malper dê wek sîwanekê be ji bo hemû Kurdên Norwêcê bê cudahî.
Ji bilî aliyê pêwendiyan, parastina nasnameya neteweyî, ziman û çanda resen a Kurdî yekeke din e ji armancên stratejîk ên vê projeya elektronîkî. Berpirsê navendê spasiya wan ciwanên Kurd ên jêhatî kir ku li Norwêcê kompaniyeke taybet a zîrekiya çêkirî (AI) heye û erka dîzaynkirin û avakirina malperê girtine stûyê xwe, ku ev yek jî nîşana geşbûna şiyana ciwanên Kurd e di warê teknolojiya serdemê de.
Ev destpêşxerî di demekê de ye ku revenda Kurdistanî li Ewropayê pêdiviyeke zêde bi platformeke hevdem a hevgihîştinê heye, Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêcê bi vekirina vê malperê dixwaze bibe navendeke çalak ji bo parastina çand û nasnameya nifşên dahatû yên Kurd di nav civaka Norwêcî de.

