KDC
KDC's Logo

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Kurdistaniyên diyasporayê.. Gelê têkoşerê Kurdistanê

Konfederasyona Revenda Kurdistanî her cure gotara kîn û nefretê, sivikayetî û handana bo tundûtîjiyê li dijî her pêkhate, ol û neteweyekê red dike.

Em di wê baweriyê de ne ku ev cure daxuyanî, bi her nav û hincetekê bin, ziyanê didin yekrêzî û kiyana civakî yê gelê Kurdistanê û bi tu awayî bi nirxên bilind ên mirovahiyê û prensîbên olî yên rastîn re li hev nakin.

Em ji vir dubare dikin ku Kurdên Êzdî beşekî resen, dêrin û veneqetayî ji laşê neteweya Kurd û dîroka Kurdistanê ne. Parastina maf û kerameta wan û hemû pêkhateyên din, erkeke mirovî û neteweyî ye. Konfederasyona Revenda Kurdistanî berdewam pêdagiriyê li ser parastina prensîba pêkvejiyana aştiyane dike û tekez dike ku divê rêz li firecûreya olî û çandî ya di navbera pêkhateyan de bê girtin.

Em daxwazê ji hemû aliyan, bi taybetî ji kesayetiyên olî û civakî dikin, ku bibin parêzerên çanda lêborînê û rê li her hewleke ku bixwaze duberekiyê û aloziyê di navbera pêkhateyan de çêbike bigirin. Aştî û tebayiya navbera mirovan sermayeya herî mezin a neteweya me ye û parastina vê pêkvejiyana dîrokî, erka ser milê her takekî Kurdistaniyê ye.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

12ê Tebaxa 2026an

___

Li Herêma Kurdistanê Gundek Ji Bin Avê Derketiye

KDC

Winklevoss bitcoin ETF rejected by SEC

kurdish dc

Rojnamevanekî Polonyayî Ji Bo Koçberên Kurd Serdana Ofîsa Têkiliyên Derve Ya PDKê Kiriye

KDC