Îro duşem, 03.08.2026an, bi serpereştiya Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, hevdem bi amadebûna her yek ji Şermîn Bozarslan Cîgira Serokê Konfederasyonê, Kovan Amêdî Endamê Komîteya Rêveberiya Konfederasyonê, li Stockholma paytexta Swêdê merasîma bîranîna jenosîda Kurdên Êzdî hat lidarxistin.

Ev boneya han ji aliyê Navenda Revenda Kurdistanî – Swêd û bi hevbeşî ligel Federasyona Komeleyên Kurdistaniyan ve hatibû rêkxistin, ku tê de hejmarek ji berpirsên saziyên Kurdî, nûner û endamên civaka Kurdî beşdar bûn.

Di çarçoveya vê bîranînê de, beşdaran behsa girîngiya parastina bîranîna qurbaniyên jenosîda Êzdiyan kirin û tekez li ser berdewamiya hewlan ji bo nasandina wê karesata dîrokî û gihîştina bi dadperweriyê ji bo qurbanî û zirarmendên wê jenosîdê kirin.
Bîranîna 3yê Tebaxê, wek bîranînekî girîng di dîroka nû ya Kurdistanê de tê hesibandin, ku her sal ji aliyê Konfederasyona Kurdistaniyên derveyî welat ve tê bibîranîn, ew jî ji bo ku bîranîna wê jenosîdê were parastin û dengê dadxwaziyê ji bo qurbaniyan berdewam be.

