KDC

Dr. Gove Ehmed Xelata Îlhambexşiya Civakî li Brîtanyayê werdigre

Piştî 25 salan ji kar û xizmeta berdewam di warên mirovî, civakî û ewlehiyê de, Dr. Gove Ehmed, Serokê Rêxistina Rewşenbîrên Kurd û efserê pispor di warê têkoşîna li dijî tawanê de, wek yek ji berbijêrên Xelata Îlhambexşiya Civakî (Community Inspiration Awards) ji bo sala 2026an li Brîtanyayê hate diyarkirin.

Ev destkefta navneteweyî ya ku di navbera nûnerên 260 neteweyên cuda de bi dest ketiye, wek şanaziyeke mezin ji bo pêgeha Kurd di asta cîhanê de tê hesibandin.

Dr. Gove Ehmed di hevpeyvîneke taybet de ji bo malpera ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, hûrguliyên hilbijartina xwe ji bo wergirtina vê xelata girîng eşkere kir û ragihand: Biryar e di 25ê Îlona 2026an de, di merasîmeke bi rûmet de li Brîtanyayê û bi amadebûna hejmareke berçav ji dîplomatkar, siyasetmedar û berpirsên bilind ên wî welatî, xelat bi xwe û 13 hevkarên din were dayîn.

Ev destkeft piştî wê tê ku vî gencê Kurd karîbûye di pêvajoyeke hûr a nirxandinê de, pileya bilind di xizmeta civakê û berçavgirtina aliyê mirovî de bi dest bixe. Dr. Gove vê serkeftinê wek mizgîniyeke mezin ji bo gelê Kurdistanê û revenda Kurdî li Brîtanya û cîhanê dibîne û tekez dike ku ev xelat ya hemû Kurdan e, ji ber ku di merasîmê de bi navê Kurd ve gazî ser dikê tê kirin û ev jî dibe sedema naskirina zêdetir a nasname û şiyanên takê Kurd di navendên navneteweyî de.

Wek efserê pispor di warê têkoşîna li dijî tawanê de li Keyaniya Yekbûyî, Dr. Gove behsa hewldanên xwe yên şev û roj û yên hevkarên xwe kir ji bo pêkanîna aramiyê û parastina welatiyan, her wiha spasiya dezgehên peywendîdar ên Brîtanyayê kir ku giringî dane xizmetên wî yên xwebexşî û wek nûnerê serkeftî yê Kurd di navbera bi sedan neteweyên cuda de ew hilbijartine.

Dr. Gove Ehmed yek ji kesayetiyên diyar ên revenda Kurdî li Brîtanyayê ye û ji bilî karê xwe yê fermî wek efser, di rêya Rêxistina Rewşenbîrên Kurd ve roleke çalak di belavkirina hişyariya civakî de dîtiye. Ev xelata bilind a Brîtanyayê ku bi (Community Inspiration Awards) tê naskirin, salane tê dayîn wan kesên ku bandoreke erênî li ser civakê hebûye. Dr. Gove soz da ku di pêşerojê de bi proje û xizmetên zêdetir berdewam be li ser xizmeta Kurdên li Brîtanyayê niştecîbûyî.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

Dijminên me çiqasî mezin û bi hêztir bin, zêdetir ji Kurd û Kurdistanê ditirsin.

Harmn

Navenda Revenda Kurdistanî Li Danîmarkayê Newroz Pîroz Kir 

KDC

Swîsre : Komîteya Îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî ya Xavûnê civiya  

KDC