KDC

Li Swêdê Darizandina Du Birayên Ku Destdirêjî Li Jinan Kirine, Destpê Kiriye

Du birayên li Scona hatin girtin û bi gumana ku li Helsingburg Dagblad êrîşa cinsî li 7 keçan kirine têne darizandin.

Wan du birayan, di xewê de û di bêhişbûnê de tecawizî wan jinan kirine. Ew payîza borî hatin girtin û ji wê demê ve polîs li telefon û kompîturên wan geriyan û fîlmên ku sûcên wan îsbat dikin bi dest xistine.

Li gorî dozger Christina Fidelsbak, gelek ji wan jinan di dema tecawizê ne li ser hişê xwe bûne, dema ku polîsan, peywendî bi wan re danîn, şok bûn. Piştî lêkolîn li ser vîdyoyên di telefon û komputerên her du birayan hate kirin her tişt zelaltir bû.

Yek ji wan birayan bi neh sûcên cinsî yên li dijî keçan tê sûcdarkirin û yê din jî bi sûcên bi vî rengî tê sûcdarkirin.

___

Skandaleke mezin a sextekariyê ya li Swêdê. Bi hezaran belgeyên sexte yên Coronayê hatin dîtin.

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanadayî serdana berpirsê devera Partîya Demokrata Kurdistanê kirin

KDC

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

Harmn