KDC

Fransa û Brîtanyayê 157 koçber li Kanala Îngiliz rizgar kirin

Keştiyên Fransa û Brîtanyayê di operasyoneke hevpar de 157 koçber ji xeniqînê rizgar kirin, piştî ku keleka wan di dema derbasbûna ber bi Brîtanyayê ve agir girt.

Ev wek mezintirîn operasyona rizgarkirina koçberan li herêmê ji sala 2008an ve tê dîtin.

Li gor zanyariyên nivîsîngeha parêzgarê Pas-de-Calaisê, kelek li ser sînorê avî yê di navbera Fransa û Brîtanyayê de agir pê ketiye û ji ber vê yekê rêwî neçar mane xwe bavêjin nav avê. Desthilatdarên deryayî yên Fransayê ragihandin: Koçber ji herêma Normandiyayê û ji gundê peravê yê Veules-les-Roses bi rê ketibûn, herwiha tekez kirin ku di vê bûyerê de tu haletên canjidestdanê nehatine tomarkirin.

Raportên deryayî diyar dikin ku qaçaxçiyan mezinahiya kelekan û hejmara rêwiyan zêde kirine; di çend hefteyên borî de kelekên 12 metrî hatine dîtin di demekê de ku berê dirêjahiya wan di navbera 8 bo 10 metreyan de bû, amar nîşan didin ku navîniya hejmara koçberan di her kelekekê de ji 26 kesan ve di sala 2021an de, bo 65 kesan di destpêka îsal de bilind bûye.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Li Hannoverê Kom Bû 

KDC

Hişyariyek ji navenda Rewanda Kurdistanî li ser kursa nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî 

KDC

Li Mizgefteke Qendeharê Teqînek Rû Daye

KDC