KDC

Şifa Barzanî ji bo Agit Kabayel: 83 mîlyon Alman û 60 mîlyon Kurd bi te serbilind in

 

 

Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, peywendî bi lehengê kurd Agit Kabayel re kir û piştgiriya Baregeha Barzanî û ya xwe ji bo wî anî ziman. Navborî jî spasiya piştgiriyan wan kir ku her dem ji bo ciwanên kurd ên li diyasporayê (derveyî welat) nîşan didin.

 

Îro Yekşemê, 28ê Hezîrana 2026an, birêz Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bi rêya peywendiyeke telefoniyê pîrozbahiyeke germ li Agit Kabayel kir, ku bi navê (Kurdish Power) tê naskirin. Ev pîrozbahî piştî wê yekê hat ku wî di destkefteke dîrokî ya girîng de, di lîstika boksa asta giran (WBC) de bû şampiyonê cîhanê.

 

Şifa Barzanî di vê peywendiyê de, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe, hêviya berdewamî û destkeftên mezintir ji bo vî lehengî xwest û ragihand: “Tu îro bûyî cihê serbilindiya 83 mîlyon Alman û 60 mîlyon Kurdên li seranserê cîhanê.”

 

Her wiha Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Agit Kabayel û hemû ciwanên bijartî û serkeftî yên kurd li diyasporayê dubare kir. Bal kişand li ser wê yekê jî ku ev cure serkeftinên mezin ne tenê destkeftên kesane ne, belku dibin çavkaniya moral û hêzê ji bo ciwanên kurd û navê Kurdistanê di qadên navneteweyî de bilind radigirin.

 

Li hember de, şampiyonê cîhanê Agit Kabayel, spasî û rûmetên xwe yên kûr ji bo birêz Şifa Barzanî û Baregeha Barzanî diyar kir, ji ber vê girîngîpêdan û piştgiriya wan a berdewam ji bo ciwanên Kurdistanî yên li derveyî welat.

___

Holandayê Biryarên Nû Li Ser Xweparastinê Daye

KDC

Li dor awayên parastin û rûbirûbûna vayrosa korona

KDC

konfederasyon û navenda rewanda Kurdistanê hevxemiya bûyera trajedîk ya Silêmanî ye

KDC