Partiyên Tidoyê bi tundî rexne li axaftinên Daniel Helldén Serokê Partiya Jîngehê ya Swêdê girtin, ku daxwaza wergirtina hejmareke zêdetir a penaberan kiribû.
Johan Forssell Wezîrê Koçberiyê, ku ser bi Partiya Parêzgaran ve ye, di peyamekê de li ser tora “X” nivîsiye, pêşniyara Partiya Jîngehê ji bo wergirtina 15 hezar penaber di salekê de, ligel 5 hezar penaberên din bi rêya sîstema kotaya penaberan. Di heman demê de siyaseta koçberiyê ya Partiya Jîngehê bi wê yekê bi nav kir ku Swêdê vedigerîne sala 2015an û wan tu tiştek ji krîza penaberan û pirsgirêkên mezin ên tevlîbûnê fêm nekiriye.
Her wiha anî ziman ku ev siyaset dikare pirsgirêkên entegrasyonê xirabtir bike, di demekê de ku hikûmet hewl dide çareser bike, her wiha dê bibe sedema mesrefeke bi milyaran kronî, ku paşê barê wê dê bikeve ser milê bacgiran.
Ji aliyekî din ve, Simona Mohamsson Seroka Partiya Lîberalan, bi rêya tora X dibêje: Helldén aloziyên entegrasyona civakî li Swêdê paşguh dike.
Di heman demê de, Ludvig Aspling berdevkê siyaseta koçberiyê li Partiya Demokratên Swêdê (SD), rexne li boçûna Partiya Jîngehê girt û got: Dibe ku arasteya siyaseta koçberiyê vegerîne krîza penaberan a sala 2015an.
Ew her wiha dibêje, Partiya Jîngehê di hikûmetên çep ên berê de bandoreke mezin li ser siyaseta koçberiyê hebû û diyar e ku amade nîne dest ji wê mijarê berde.
Di heman demê de hişyariya wê yekê jî da ku eger ew siyaset bê cîbicîkirin, dibe ku Swêd nêzîkî 10 salan paşve vegere.

