KDC

Tirkiyeyê Nexweşxaneyeke Li Şingalê Bombebaran Kiriye

Firokeyên şer ên dewleta Tirkiyeyê nexweşxaneya gundekî navçeya Şingalê bombebaran kiriye û li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Firokeyên şer ên Tirkiyeyê îro di saet 15.00an de nexweşxaneya gundê Sikênî ya ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kirin e û zanyariyên destpêkê ew in ku mirî û birîndar hene.

Li gor zanyariyan hevwelatiyên deverê xwestine biçin cihê bûyerê û alîkariya birîndaran bikin lê belê firokeyan ew kesên ku dixwestin alîkariya birîndarên li nexweşxaneyê bikin jî bombebaran kiriye.

Her çend ziyanên vê bombebaranê bi fermî nehatibine ragihandin jî lê li gor ku şahid dibêjin, sê caran Şingalê hatiye bombebarankirin û tirs û xof di nav hevwelatiyên vê deverê de çê bûye.

___

Jin Û Mêrekî Merîwanî Li Yûnanistanê Xeniqîne

KDC

Serdana Wezîrê Avakirin û Niştecihkirina Herêma Kurdistanê bu Almanya

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanê serdana koma serbixwe ya mafê mirovan kir 

KDC