KDC

Li Swêd: Civîna Danasîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

Di roja 29.08.2025´an de Konfederasyona Revenda Kurdistanîcivînek li ser danasîn û plana xebata Konfederasyonê li bajarêStockholmê li darxist.

Civîn bi xulekek rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê ve ji aliyêserokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil ve hate vekirin.

Îsmaîl Kamil, ji damezrandina konfederasyonê heta îro, bi hûrgilî behsa kar û xebatên konfederasyonê û metodên kar kir.Di axaftina xwe de got ku ji bo Konfederasyonê alaKurdistanê, parastina statuyek netewî û zimanê Kurdî, ji xwere esas digrên. Wek konfederasyon, ji bo yekitiya kurdêndiyasporayê hewil dane û nuha jî di nav hewildanan dane û deriyê wan ji bo hemû Kurdistaniyan vekiriye.

Bi sê federasyonan dest pêkirin, îro hejmara federasyonêendam gîhiştiye 22 ´an. Ji bajarên Ewrûpayê bigrê heta Amerîka, Kanada, Japan û australyayê xwe bi rêkxistin kirine.

Piştra Berpirsê Ofîsa Yasa û Şêwirmendiyê Kovan Amedî di heqê Ofîsa Yasayê de û plana xebata wê da gahdarî da û grîngîya xebatên konfederasyonê li diyasporayê li welatên kuKurd lê dijîn, di çerçeweya yasayên wan welatan de be. Di xebatên xwe de rêz li yasayên wan welatên kul ê dijîn bigrên. Her weha behsa amadekirina dosyayek dokumentî li ser binpêkirina mafên mirovî yê kurdan li hemû beşên Kurdistanêamade bikin. Dîsa, di çerçeweya yasayên navdewletî de” mafêKurdan” hin bo biyaniyan hin konfederans û civînan li darbixin.

Dûra berpirsê Karên Rêxistinî Şermîn Bozarslan, li ser plana xebatê li ser projektorê xal bi xal agahdarî da. Îşaret bi xebatali ser Gencan û Jinan kir. Çalakiyên ji bo zarokên kurdan bi grîngî hate nirxandin. Behsa Xebatên Ofîsên KomîteyaBirêvebir wekî Ofîsa Pêyvendiyên Derve, Ofîsa Karên Jinan, Lawan, Ofîsa ziman û Federasyona Jinên Kurdistanî yêNavdewletî, Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdeletî û Federasyona gencan ya Navdewletî ku endamê konfederasonêne kir. Her wisa girîngiya pê dana xebat û çalakiyên KomîteyaGiştî hate ber behs.

 

Hur usa serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd SalamKurda û endamê Komîteya Karger ya Federasyonê Rodî rawêjjî piştgirî û hevkariyên xwe bo xebata Konfederasyonê dannîşandan.

Nûnerê gelek Partiyan wekî PDK, PWK û PSK dest xweşî li kar û xebatên konfedeerasyonê kirin. Ji Komeleya PizêjkênKurd li Swêd Dr.Serdar Budak û gelek rewşenbîr kurd destxweşî li xebatên Konfederasyonê kirin û piştgiriya xwedan nîşandan.

Di civînê di warê xebata ziman de, daxwaz û pêşniyar hatekirin ku divê bi qasî lehçeyên din yên kurdî, kar li ser lehçeyazazakî jî bê kirin. Civînek watedar bû.

___

Komeleyekî Kurdî ya ser bi Federasyona Holanda festîvalekî taybet saz kir

nusar1

Îsraîl Ceribandina Vaksîna Çaremîn Dikiye

KDC

Navenda Çiwarbaxê pêşwaziya biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina zimanê Kurdî kir 

KDC