Naveroka peyama sersaxiyê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Rêzdar Xanima Beyan Samî Ebdulrehman û malbata şanokar Muzefer Şafîî,
Bi xem û kovaneke kûr ve nûçeya koça dawî ya şanokarê navdar ê Kurdistan û diyasporayê, xwedê jêrazî Muzefer Şafîî gihîşt me.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji we û hemû dost û kesûkarên we re dixwazin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku hedar û aramiyê bide we hemûyan.
Koça dawî ya şanokar Muzefer Şafîî, tevî ku xemeke mezin e, di heman demê de valahiyekê di warê şanoya kurdî de çêdike.
Nav, bîranîn û berhemên bihadar ên xwedê jêrazî Muzefer Şafîî, dê her tim di dîroka hunera Kurdî de zindî bimînin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
9ê Tebaxa 2026an

