KDC

Konfederasyon sersaxiyê li xanima Beyan Samî û malbata hunermend Muzefer Şafîî kir

Naveroka peyama sersaxiyê:

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

 

Rêzdar Xanima Beyan Samî Ebdulrehman û malbata şanokar Muzefer Şafîî,

 

Bi xem û kovaneke kûr ve nûçeya koça dawî ya şanokarê navdar ê Kurdistan û diyasporayê, xwedê jêrazî Muzefer Şafîî gihîşt me.

 

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji we û hemû dost û kesûkarên we re dixwazin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku hedar û aramiyê bide we hemûyan.

 

Koça dawî ya şanokar Muzefer Şafîî, tevî ku xemeke mezin e, di heman demê de valahiyekê di warê şanoya kurdî de çêdike.

 

Nav, bîranîn û berhemên bihadar ên xwedê jêrazî Muzefer Şafîî, dê her tim di dîroka hunera Kurdî de zindî bimînin.

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

9ê Tebaxa 2026an

___

Konfederesyona Rewanda Kurdistanî li gel Sekreterê grûpa APPG ya parlementoya Berîtanyayê civiya

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê pîrozbahiyê li Kurdistaniyên diyasporayê dike

Karzan

Pêvajoya Nû Ya Erebkirina Kurdistanê Hate Nîqaşkirin

KDC