KDC

230 koçber bi yek belemê gihîştin Brîtanyayê

Di dîroka koçberiya neyasayî ya bi rêya kanala Îngilîzê de cara yekem e rekoreke nû ya hejmara sernişînên yek belemê tê tomarkirin û 230 koçber bi yek seferê gihîştin axa Brîtanyayê.

Ev hejmar bilindtirîn asta ku heta niha di yek belema biçûk de hatiye tomarkirin e, ku berê rekor di meha Tîrmehê de 165 kes bû.

Belema ku dirêjahiya wê tenê 15 metre bûye, di demjimêrên serê sibê yên roja Duşemê de gihîştiye Brîtanyayê. Li gor wêneyên belavbûyî û gotina tîmên rizgarker ên Fransî, belem ji ber zêdebûna hejmara sernişînan hindik mabûye bişkê û piraniya koçberan lingên wan di nav avê de bûne, ev jî metirsiya rûdana karesateke mirovî ya mezin jê dihat kirin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê û Nivîsîngeha Serokwezîr bal kişandine li ser wê yekê ku ev bûyer nîşandera planên metirsîdar ên bandên tawankaran e, ku ji bo destkefta darayî hejmareke pir zêde ji xelkê, di nav de zarokên şîrxwar jî, dixin nav belemên ne guncaw bo deryavaniyê. Li gor amarên, navîniya hejmara koçberan di her belemekê de ji 7 kesan di sala 2018an de bo 62 kesan di sala borî de bilind bûye.

Bi tomarkirina vê rekora nû re, amarên giştî nîşan didin ku koçberiya neqanûnî îsal li gor salên borî kêm bûye, bi giştî ya wan koçberên ku di sala 2026an de heta niha gihîştine Brîtanyayê 15,242 kes e, ku ev jî bi rêjeya 43% kêmtir e ji salên berê. Berpirsên Brîtanyayê vê daketinê vedigerînin bo serkeftina hewlên wan di têkşikandina zincîra dabînkirina belem û motoran de, ku tê de zêdetirî 1,100 belem û motor hatine desteserkirin.

Kanala Ingiliz wek yek ji qerebalixtirîn û metirsîdartirîn rêyên avî yên cîhanê tê hesibandin, piraniya wan koçberên ku vê rêyê digrin ber, ji welatên hejar û tijî pevçûn tên û piştî gihîştina xwe daxwaza mafê penaberiyê dikin. Ji bo rûbirûbûna vê krîzê, Brîtanya û Fransa di Nîsana borî de rêkeftineke mezin bi buceya 662 milyon poundî îmze kir, ku armanca wê zêdekirina hêzên ewlehiyê ye li peravan de bi bikaranîna teknolojiya dron û helîkopteran bo rêgirtina li bandên qaçaxçîtiyê û parastina ewlehiya sînoran.

___

Hamid Bedirxan
Hozanvanekî mirovnêz bû

KDC

NASA’s Hubble Space Telescope may be permanently lost

kurdish dc

Navenda Revenda Kurd li derve Serdana Mîrê Êzidiyan û Babaçawûş kir

KDC