KDC

Ji bo cara yekem li Belçîkayê kursa fermî ya zimanê Kurdî li Zanîngeha KU Leuven hate lidarxistin

Di pengaveke nû de ji bo pêşxistina zimanê Kurdî li navendên akademîk ên Ewropayê, roja Yekşemê 15ê Mijdara 2026an, yekem kursa fermî ya zimanê Kurdî li Zanîngeha KU Leuven li bajarê Leuven a Belçîkayê hate lidarxistin.

Ev destpêşxerî bi hewl û hevkariya Dr. Aras Resaî, berpirsê Federasyona Ciwanan û Nasik Nesîrî, endama Desteya Rêveber a Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî û rêvebera dibistanên Kurdî li Belçîkayê, hate avakirin.

Naveroka kursê ne tenê bi fêrkirina ziman ve sînordar e, lê belê dersên wêje, dîrok û çanda Kurdî jî di xwe de digire. Armanca sereke ya vê pengavê, derfeteke zanistî ye ji bo wan ciwanên Kurd ên ku li derveyî welat ji dayik bûne, an ji Kurdistanê dûr ketine û di nav çandên cuda yên diyasporayê de mezin bûne, da ku bi rêya wê têkiliyeke kûrtir bi ziman, dîrok, kok û nasnameya xwe ya neteweyî re çêbikin.

Amadekar û çalakvanên warê ziman vê destkeftê wekî nimûneyeke girîng a hevahengî û xebata hevbeş bi navê xizmetkirina zimanê dayikê û nasandina zêdetir a çanda Kurdî li saziyên zanistî yên Ewropayê de dibînin, ku roleke bibandor di parastin û veguhestina vê mîrata çandî de ji bo nifşên paşerojê dilîze.

Ev gava akademîk berdewamiya hewlên berê yên revenda Kurdî li Belçîkayê ye ji bo parastina zimanê dayikê, di nav de vekirina yekem dibistana seretayî ya Kurdî li bajarê Leuven di 21ê Kanûna Yekem a 2025an de, ku bûye bingehek ji bo berfirehkirina pêvajoya fêrkirina zimanê Kurdî ji asta zarokan ve ber bi asta zanîngehê ve.

Zanîngeha KU Leuven ku di sala 1425an de hatiye damezrandin, wekî yek ji kevintirîn û pêşketîtirîn zanîngehên lêkolînê yên Ewropayê û mezintirîn saziya xwendina bilind li Belçîkayê tê hesibandin. Zanîngeh ji 66.000 zêdetir xwendekar ji zêdetirî 140 welatên cîhanê hene, ji ber vê yekê vekirina kursa fermî ya zimanê Kurdî li vê zanîngehê, girîngiyeke akademîk û manewî ya berbiçav dide cihê zimanê Kurdî li Ewropayê.

___

Asian stocks close mixed; China lags broader gains amid trade tensions

kurdish dc

şovenîzma Erebî tenê bi erebkirina Kurdistanê ranaweste 

KDC

64 Sal Li Ser Bilindtirîn Şanaziyê de; Peyama Dilsozî û Rûmeta ji bo Pêşmergeyê Bêwestan Cenabê Serok Mesûd Barzanî re

Karzan