KDC

Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêm Kurdistanê Berhemên Herêmî Hinarde Dike

Wezareta Çandinî û Jêderên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wezaret amadekariya hinardekirina bacanên sor, bacanên reş û hinar bo Siûdiye û welatên Ewropayê dike.

Îro, roja pêncşemê Bêgerd Talebanî, Wezîra Çandinî û Jêderên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de şadbûna xwe da nîşandan û ragihand ku ev du sal in berhemên herêmî yên Herêma Kurdistanê digihîjinin bazarên Ewropayê û welatên Erebî.

Her wiha destnîşan kir ku berhem bi pakêtên markayan hatine pêşkêşkirin, li ser zanyariyên di derbareyê Kurdistanê hene û bi awayekî serkeftî pêşwaziya wan welatana hatiye kirin. Dê di rojên pêş de amadekariyên hinar, bacanên sor û bacanên reş ji bo hinardekirina qonaxeke din ji bo Siûdiyê û welatên Ewropayê were kirin.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî navenda lêkolînê damezrand

KDC

Hinek rêyên ji bo başkirina tendirustiya zarokan

KDC

Ji bo pêşxistina peywendiyên çandî yên di navbera Herêma Yaroslav û Revenda Kurdistanî de hewldan zêdetir dibin

Karzan