KDC

Serok Barzanî bi Nîşana Astabilind a Rêzlênana Papayî hate xelatkirin

Roja pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Louis Rofael Sako, Patriyarkê Rûmetdar ê Dêra Katolîkî kir.

Di hevdîtinê de Kardînal Louis Rofael Sako rêz û rûmeta xwe ji bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyanê û mirovdostiyê û bihêzkirina aştî û aramiyê li Kurdistan, Iraq û navçeyê de anî ziman, herwiha spasiya Serok Barzanî kir ku rola wî di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên neteweyî û olî yên din ên Kurdistan û Iraqê de hebûye.

Kardînal Louis Rofael Sako wê yekê jî ragihand ku ji ber wê rola bilind a ku Serok Barzanî ji bo aştî û nirxên mirovahiyê lîstiye, wî daxwaz ji Papayê Vatîkanê kiriye ku Nîşana Astabilind a Rêzlênana Papayî bi Serok Barzanî bibexşîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî digel derbirîna spas û pêzanîna xwe ji bo Papayê Vatîkanê û Kardînal Louis Rofael Sako tekez li ser wê yekê kir ku ji bo gelê Kurdistanê şanaziyeke mezin e ku çanda dewlemend a pêkvejiyanê û lihevhatin û aştîxwaziyê jê re bi mîras maye. Herwiha tekez li ser parastina nirxên biratî û lihevhatina di navbera pêkhatên Kurdistanê de kir û ew yek jî anî ziman ku reftar û kirdar, awayê nirxandina mirovan diyar dikin, ne fikir û baweriya olî.

 

___

Konfederasyon bi helkefta roja ala peyamek pêşkêşî Kurdên li derveyê welat kir

Harmn

Konfederesyona Rewanda Kurdistanî li gel Sekreterê grûpa APPG ya parlementoya Berîtanyayê civiya

KDC

Li Îspanyayê Omîcron Belav Dibiye

KDC