Roja pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Louis Rofael Sako, Patriyarkê Rûmetdar ê Dêra Katolîkî kir.
Di hevdîtinê de Kardînal Louis Rofael Sako rêz û rûmeta xwe ji bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyanê û mirovdostiyê û bihêzkirina aştî û aramiyê li Kurdistan, Iraq û navçeyê de anî ziman, herwiha spasiya Serok Barzanî kir ku rola wî di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên neteweyî û olî yên din ên Kurdistan û Iraqê de hebûye.
Kardînal Louis Rofael Sako wê yekê jî ragihand ku ji ber wê rola bilind a ku Serok Barzanî ji bo aştî û nirxên mirovahiyê lîstiye, wî daxwaz ji Papayê Vatîkanê kiriye ku Nîşana Astabilind a Rêzlênana Papayî bi Serok Barzanî bibexşîn.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî digel derbirîna spas û pêzanîna xwe ji bo Papayê Vatîkanê û Kardînal Louis Rofael Sako tekez li ser wê yekê kir ku ji bo gelê Kurdistanê şanaziyeke mezin e ku çanda dewlemend a pêkvejiyanê û lihevhatin û aştîxwaziyê jê re bi mîras maye. Herwiha tekez li ser parastina nirxên biratî û lihevhatina di navbera pêkhatên Kurdistanê de kir û ew yek jî anî ziman ku reftar û kirdar, awayê nirxandina mirovan diyar dikin, ne fikir û baweriya olî.




