KDC

Tîpa Koma 1 Welat di Festîvala Tama Erebî de li Amsterdamê nûnertiya çanda Kurdistanê dike

 

Di çarçoveya çalakiyên çandî de li welatê Holandayê, tîpa Koma 1 Welat, wek nûnerê huner û folklora Kurdî, beşdarî Festîvala Tama Erebî li bajarê Amsterdamê kir, ev beşdarî bi armanca nasandina zêdetir a mîrata neteweyî û nîşandana dewlemendiya çanda Kurdistanê bû di civîn û kombûnên navneteweyî de.

Di nav rewşek tijî danûstandina mirovî û çandî de, tîpa Koma 1 Welat ku ser bi Federasyona Holandayê ve ye, di Festîvala Tama Erebî de li bajarê Amsterdamê derketin, tîpê bi pêşkêşkirina çendîn tabloyên hunerî û pêşandanên folklorî, karî bala amadebûyan bikişîne û wêneyekî xweşik ê çanda kurdî di nav amadebûyan de nîşan bide.

Festîvalê şahidiya amadebûna berçav a çendîn welatan wek Misir, Cezayîr, Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen, Mexrib, Filistîn, Urdun û Tûnis kir, di nav wan de jî, Federasyona Holandayê bi rêya tîpa Koma 1 Welat ve nûnertiya Kurdistanê kir û bi pêşandanên xwe yên zindî rengvedana pirrengî û reseniya mîrata Kurdistanê gihand temaşevanên festîvalê.

Ev çalakî wek hewleke berdewam ji bo bihêzkirina pira têkilî û alûgora çandî di navbera gelan de tê hesibandin, beşdarbûna hunermend û tîpên kurdî di vî rengî boneyên cîhanî de, girîngiyeke taybet heye ji bo parastina nasnameya neteweyî li derveyî welat û gihandina peyama aştî û hunera Kurdistanê bo cîhanê. Rêkxerên festîvalê û beşdaran tekez li ser wê yekê kirin ku huner zimanekî hevbeş e û dikare gelan nêzîkî hev bike, ji ber vê yekê amadebûna Kurdistanê bi folklor û rengên xwe yên taybet, bedewiyeke mezin da festîvalê.

___

Nivîskar û helbestvanê mezin Tosinê Reşîd û roşenbîr Ezîzê Mîr Bedirxan ji aliyê Navende Rewanda Kurdistanî-Rûsiya hatin xelat kirin. 

KDC

Metirsiyên Kêmxewiyê

KDC

Serokê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî serdana Tevgera Goran û YNKS kir 

KDC