KDC

Li Tiflisê.. Pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Gurcistanê û rewşa Kurdên Qefqasyayê hatin gotûbêjkirin

Îro Pêncşem 19ê Mijdara 2026an, li bajarê Tiflisê paytexta Gurcistanê, Isko Dasenî endamê Kurd ê Êzdî yê Parlementoya Gurcistanê û Rehîm Reşîdî berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Navneteweyî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî civiyan û pirsa bihêzkirina têkiliyên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de û rewşa Kurdên herêma Qefqasyayê gotûbêj kirin.

Di mijara sereke ya civînê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên dostane û çandî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de kirin, di heman demê de bal kişandin ser cih û rola revenda kurdistanî û rewşa Kurdan li wî welatî û herêma Qefqasyayê. Ji aliyê xwe ve Rehîm Reşîdî ku bi Mister Kurd tê nasîn, pesindana xwe ji bo pêşwaziyê anî ziman û rola Isko Dasenî di xizmetkirina revenda Kurdistanî li Gurcistanê û hemû Kurdên Qefqasyayê de bi girîng nirxand, her wiha hêvî xwest di pêşerojeke nêzîk de ew parlementer serdana Herêma Kurdistanê bike, da ku derfetên zêdetir ji bo kûrkirina têkiliyan û berfirehkirina hevkariyên dualî werin peydakirin.

Di beşekî din ê hevdîtinê de, Isko Dasenî têkiliyeke telefonî bi Şefa Barzanî Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî re pêk anî û tê de nêrînên xwe li ser pirsên girêdayî revendê û çawaniya berfirehkirina pirên hevkariyê di navbera Kurdistan û Gurcistanê de danustandina bîr û ramanan kirin, di heman demê de parlementerê Kurd ê Êzdî yê Gurcistanê bi rêya nûnerê Konfederasyonê silav û rêz û rûmeta xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir û rola wî di pêşxistina doza Kurdistanê de bilind nirxand.

Hebûna pêkhateya Kurd û bi taybetî Kurdên Êzdî li Gurcistanê û herêma Başûrê Qefqasyayê dîrokeke kevnar heye û bajarê Tiflisê wekî yek ji navendên sereke yên niştecîbûn û çalakiya çandî û civakî ya wê pêkhateyê tê hesibandin, hebûna nûnertiya Kurdên Êzdî li Parlementoya Gurcistanê wekî cihekî girîng tê hesibandin ji bo parastina mafên çandî û bihêzkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û wî welatî de.

___

Rêxistina Lêborîne Navdewletî : Hişyariya rêjeyên cezayê hijmare mirinê ya bilind li cîhanê 

KDC

Şifa Barzanî daxwaz ji dayikên kurd dike bibin mertalê parastina zimanê kurdî li diyasporayê

Karzan

Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li darxist 

KDC