KDC

Şifa Barzanî daxwaz ji dayikên kurd dike bibin mertalê parastina zimanê kurdî li diyasporayê

 

Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, dayikên kurd li diyaspora wek motora sereke ya mayîna neteweyê bi nav kir û daxwaz ji wan kir ku roleke pêşeng bibînin di veguhastina zimanê şîrîn ê kurdî bo nifşê nû û parastina malan ji pêla helandina çandî.

Di daxuyaniyeke taybet û hestiyar de bo civaka kurdî li diyasporayê, Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, erka giran a parastina nasnameya neteweyî xist ser milê dayikên kurd.

Di çarçoveya gotara xwe de di yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî li bajarê Düsseldorf a Almanyayê di dîroka 27ê Hezîrana 2026an de, wî rasterast rûyê axaftina xwe pêşkêşî dayikên kurd kir û hêvî xwest ku ew li malê û li derve jî bibin handerên sereke yên zarokên xwe bo hînbûna zimanê xwe.

Şifa Barzanî bi giringî behsa rola bibandor a jinên kurd kir û ragihand ku ew 2500 fêrxwazên ku îsal hînî zimanê kurdî bûne, berhema handana malbat û bi taybetî dayikan in. Lewma daxwaz kir ku ev rol berfirehtir bibe û dayik rê nedin mîrata kal û bavan ku zimanê kurdî ye di malên wan de winda bibe, ji ber ku ziman mifteya mayîna neteweyê ye.

Herwiha tekez li ser wê kir ku dijminên kurdan di rabûrî de hewlên zêde dane ku zimanê me nehêlin, lewma niha berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatên Kurdistanî li diyasporayê, bi taybetî dayikên ku stûna sereke ya perwerdeya malbatê ne, daku berdewam bi kurdî ligel zarokên xwe biaxivin û piştgiriya wê federasyonê bikin ku hemû pêdiviyên hînbûnê ji wan re dabîn kirine.

Di zanistên derûnnasî û civaknasiyê de, ziman bi navê “zimanê dayikê” tê naskirin, ji ber ku dayik kesê yekem e ku têkiliya dengî û hestiyarî ligel zarok ava dike û peyvan pê dide naskirin. Li welatên diyasporayê ku jîngeha derve bi zimanekî biyanî ye, rola jin û dayikan di nav malê de dibe tekane faktora diyarker bo hînkirina zimanê resen bo nifşê nû û parastina wan ji biyanîbûnê.

 

Karzan Haedar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

  Dla Mûrad: Ji bo danasîna bajarên Kurdistanê bi hev re me ev pirtûk çap kir 

KDC

Kanada: Navenda Rewanda Kurdistanî ava bû 

KDC

Macarîstan: Ji ber qezaya trafîkê sê koçber mirin 

KDC