Belgefîlma Jiyan Piştî Azadiyê ji derhêneriya sînemakar Şemal Hisên, bi awayekî fermî kandîd hat kirin ji bo beşdarbûna di pêşbirkeyên Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Ahmedabadê (AIFF) de li welatê Hindistanê, ev berhema kurdî ku dîrokeke serkeftî ya nîşandanê li Amerîkayê heye, niha di çarçoveya çalakiyên xwe yên cîhanî de ber bi bidestxistina xelateke din a navneteweyî ve pengavê diavêje.
Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Ahmedabadê ji bo sala 2026an, bernameya çalakiyên xwe ragihandiye ku ji bo heyama 3 rojan berdewam dibe, li gorî karnameyê, di rojên 30ê Îlonê û 1ê Cotmehê de nîşandana fîlmên kandîdkirî tê birêvebirin, ku fîlma Jiyan Piştî Azadiyê jî dê yek ji berhemên diyar be, biryar e di roja 2yê Cotmeha 2026an de, di merasîmeke taybet de xelatên festîvalê li ser serkeftiyan werin dabeşkirin, ev xula festîvalê ji aliyê Rainbow Events û Omguru Films ve hatiye rêkxistin.
Derhêner Şemal Hisên ji malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî re ragihand: ev belgefîlm 22 deqe ye, çîrokeke mirovî ya bi bandor li ser jiyana ciwanên Kurd ên Êzdî piştî rizgarbûna wan ji bin desthilata DAIŞê vedigêre, naveroka fîlmê tîşkê dixe ser îradeya wan ciwanan ji bo destpêkirina jiyanê bi rêya hevsergîrî û avakirina malbatê, tevî wê derba derûnî ya giran û nexweş ku di dema borî de bi serê wan de hatiye.
Şemal Hisên bi rêya vê berhemê kariye bala navendên cîhanî bo aliyê mirovî û civakî yê qurbaniyên şer bikişîne, kandîdkirina Jiyan Piştî Azadiyê di festîvaleke Hindistanê de piştî nîşandana wê li Amerîkayê, wek destkefteke nû ya sînemaya Kurdî tê hesibandin ku tê de peyama aştî û jiyaneweya gelê Kurd bi zimanê hunerê digihêje temaşevanên biyanî.

