Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Sûriyeyê di biryareke nû de xwendina bi zimanê Erebî li wan navçeyan ferz kir ku piraniya niştecihên wan Kurd in. Ev pengava Şamê pêleke berfireh a nerazîbûnê di nav welatiyên Rojavayê Kurdistanê de çêkiriye û wek hewldanek ji bo jêbirina nasnameya neteweyî û zimanî ya navçeyê tê wesifkirin.
Li gor biryara Wezareta Perwerdeyê ku di 27ê Tebaxa îsal de derketiye, bernameya xwendinê li navçeyên Kurdnişîn bi temamî dibe Erebî û zimanê Kurdî tenê ji bo 3 demjimêran di hefteyekê de tê kêmkirin, ligel veqetandina demjimêrekê ji bo çalakiyên curbecur. Ev biryar di demekê de ye ku di deh salên borî de sîstema xwendinê li wan navçeyan guherînên bingehîn bi xwe ve dîtibû.

Rosêv Elî, xwendekareke pola 10an ku tevahiya jiyana xwe ya xwendinê bi zimanê Kurdî derbas kiriye, yek ji wan bi hezaran xwendekaran e ku biryar bandoreke rasterast li ser paşeroja wê dike. Ew behsa wê yekê dike ku piştî 10 sal xwendin bi zimanê dayikê, vegerîna bo destpêkeke nû bi zimanê Erebî ji bo wê û hevpolên wê karekî gelek zehmet e. Rosêvê li qeraxa xwenîşandanan de peyama xwe gihand desthilatdaran û ragihand ku, her çend ji ber rewşa giran a qonaxê dev ji gelek mafan berdaye jî, lê amade nînin dev ji zimanê Kurdî berdin.
Ji aliyekî din ve, Arşek Baravî ku mamosteyekî kevnar ê zimanê Kurdî ye û ji sala 1986an ve bi dizî ders gotiye, biryara hikûmetê wek şaşiyeke mezin û nîşaneya nebûna niyeta baş dibîne. Ev mamoste ku berê çendîn car ji ber dersgotinê bi zimanê Kurdî ji aliyê desthilatdarên Sûriyeyê ve hatiye girtin, bawer dike ku hikûmet dixwaze bi rêya kêmkirina demjimêrên xwendinê, ziman ji naverokê vala bike û kontrola pêvajoya perwerdeyê bike.
Ne tenê xwendekar û mamoste, belê dê û bav jî dilgiraniyeke kûr hene. Di nav xwenîşanderan de bavek ligel du zarokên xwe ku pirtûkên wan bi destan ve bûn beşdar bû, da ku tekez li ser mafê zarokên xwe bike ji bo xwendinê bi zimanê dayikê. Qeder Mihemed Elî ku yek ji wan zarokên xwendekar bû, bi awayekî biryardar tekez li ser wê yekê kir ku ew dixwaze tenê bi zimanê Kurdî berdewam be li ser xwendinê.
Pirsgirêka di navbera Kurd û hikûmeta navendî ya Sûriyeyê de li ser mijara ziman, dîrokeke dûr û dirêj heye. Bi dehan salan, zimanê Kurdî li dibistan û saziyên fermî yên Sûriyeyê qedexe bû û kesên wek Arşek Baravî ji ber hînkirina wî zimanî rastî girtin û îşkenceyê dihatin. Piştî sala 2011an û guherînên siyasî yên navçeyê, Kurdên Rojava karîn sîstemeke perwerdeyê ya taybet bi xwe ava bikin, lê biryara nû ya Wezareta Perwerdeya Sûriyeyê amajeyek e ji bo hewleke dubare ya Şamê bo vegerandina desthilata xwe ya reha û paşvebirina wan destkeftên çandî yên ku di dema borî de hatine bidestxistin.

