Rojnamevan û çalakvana navdar a Kurd, Düzen Tekkal, Xelata Zimanê Şîn bo sala 2026 li welatê Almanyayê wergirt. Li ser sehneya merasîmê û li ber çavê zêdetirî 15 hezar kesî, wê ew xelat ne ji bo xwe, lê wek nîşaneyek ji bo berdewamiya têkoşîna ji bo azadiyê pêşkêşî 50 milyon Kurd û milyonek Êzdî û tevahiya mirovahiyê kir.
Di merasîmeke razdar û mezin de ku li hola Lanxess Arena li Almanyayê hat lidarxistin, xelata rûmetê pêşkêşî jina çalakvan û rojnamevana Kurd Düzen Tekkal hate kirin. Dema ku navê wê hat gotin û çû ser sehneyê, beşdarên merasîmê bi çepikên germ pêşwaziyê lê kirin.
Düzen di dema wergirtina xelatê de hesteke pir xweş hebû, lê tekezî li ser wê kir ku ev serbilindî tenê ji bo kesê wê nîne. Bi dengekî tijî bawerî ragihand ku ew li wir rawestiyaye da bibe dengê gelê xwe û nûneratiya hemû wan kesan bike ku baweriya wan bi nirxên bilind ên mirovahiyê heye. Wê destnîşan kir ku tevî hemû êş û azarên ku bi ser neteweya wê de hatine, hîn jî jiyan û welat û azadiyê hez dikin.
Di beşek din a axaftinên xwe de, wê bal kişand li ser pirsa jenosîdê û jinavbirina mirovahiyê, lê hêvî xwest ku beşdarên merasîmê hest bi wî ruhê zindî bikin ku di dilê wê de heye ji bo parastina mafên rewa. Düzen her wiha got ku rast e asteng û zehmetî gelek in ji bo serxistina doza Kurdistanê û Êzdiyan, lê ew tu carî dev jê bernadin û di xebat û têkoşînê de berdewam dibin, çimkî ew vê xelatê û vê sehneyê jî bi kar tîne da ku peyama keçên Kurd bigihîne tevahiya cîhanê.
Di vê merasîmê de, ji bilî xelata manewî, birê 10 hezar Euro jî wek alîkarî hat dayîn bo kar û projeyên wê, ku ev jî piştgiriyek din e ji bo wan hewldanên berdewam ên ku dide.
Düzen Tekkal yek ji jinên çalakvan ên herî diyar ên di diyasporayê de ye, ku bi salan e bi rêya karên rojnamevanî û damezrandina rêxistinên xwe şerê bêrawestan ji bo mafên Kurd û bi taybetî keç û jinên rizgarbûyî yên Êzdî dike. Ew her tim li navendên navneteweyî û Ewropî wek balyoza dengên nebihîstî yên gelê xwe derdikeve û hewl dide ku pirsa jenosîda Êzdiyan û azadiya Kurdistanê bi cîhanê bide naskirin. Wergirtina vê xelata nû jî piştrast dike wê pêgeha bihêz û bandora mezin ku Düzen li ser asta civaka Ewropî ava kiriye, wek jinek ku ji nav êşan bûye sembola hêviyê

