Encamên destpêkê yên hilbijartina herêmî ya Sachsen-Anhalt li Almanyayê hatin ragihandin û li gor encaman, partiyên rastgir bûne serketiya yekem a pêvajoyê. Di nav rikeberiya aliyên siyasî de, Mamed Mihemed wekî tekane berbijêrê Kurd karî baweriya dengdêran bi dest bixe û kursiyekî parlementoya wî wîlayetî ji bo xwe mîsoger bike.
Li gor daneyên ragihandî, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) bi bidestxistina %44.5ê dengan di rêza yekem de tê, li hemberî wê Yekîtiya Xiristiyan Demokrat (CDU) %18.5ê dengan bi dest xistiye, dengên aliyên din jî bi vî awayî dabeş bûne:
Partiya Çep %9.5, Partiya Kesk %9, Partiya Sosyaldemokrat (SPD) %8, Hevpeymaniya Sara Wagenknecht %4.5 û Partiya Lîberal (FDP) jî tenê %2ê dengan biriye.
Ev encam guherînekî siyasî yê mezin li wê wîlayeta Almanyayê nîşan didin, ji ber ku partiyên rastgir pêşengiyeke berbiçav tomar kirine û paşvekêşîneke mezin di dengên hinek ji partiyên kevneşop de tê dîtin. Herwiha serketina nûnerêkî Kurd di nav vê rikeberiyê de, wekî destkeftiyeke girîng ji bo revenda Kurdî li wê herêmê de tê dîtin.

