KDC

Îranê Kurdekî Din Bi Êşkenceyê Kuştiye

Ciwanekî Kurd ê ji eyaleta Îlamê ku ev çend roj in li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihate girtin, ji ber lêdan û êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, roja Pêncşema 23ê Îlonê, li girtîgeha Feşafûyê, xortê bi navê Emîr Hisên Hatemî yê 22 salî yê ji Îlamê di êşkenceyê de hatiye kuştin.

Li gor çavkaniyekî, Emîr Husên Hatemî li bazareke Tehranê dixebitiya û berî çend rojan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji ber şer û pevçûnê bi welatiyekî din re hatiye girtin û bo girtîgeha Feşafû ya Tehranê hatiye şandin û piştî çend rojan bi lêdan û eşkenceyê hatiye kuştin.

___

Endamekî Navendê daxwazek pêşkêşî Serokê Almanya kir

Harmn

Serperêştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî serdana Parlamentoya Awusturya û avahiya Şaredariya Viyanayê kir.

Harmn

Nûnertiya HAK-PARê Li Herêma Kurdistanê Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC