Îro Yekşem 06.09.2026, pêvajoya dengdanê bo hilbijartina parlamentoya herêma Sachsen-Anhalt li rojhilatê Almanyayê dest pê kir, tê payîn ku ev hilbijartin guhertineke bingehîn di nexşeya siyasî ya navçeyê de çêbike, ji ber ku pêşbîniyên dawî behsa pêşengiyeke bêwêne ya Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) dikin, ku partiyeke rastgir a tundrew û dijî koçberan e.
Sindûqên dengdanê ji demjimêr 08:00ê sibehê ve li ber 1.7 milyon dengdêran hatine vekirin, dawîn rapirsiyên ku ji aliyê kanala ZDF ve hatine belavkirin nîşan didin ku Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê dê 41%ê dengan bi dest bixe, li hemberî wê Partiya Xiristiyan Demokrat (CDU) ku niha ji aliyê Friedrich Merz ve tê birêvebirin, tê pêşbînîkirin ku tenê 23%ê dengan bi dest bixe, partiyên din jî bi vî awayî hatine dabeşkirin:
Partiya Çep 11.5%, Partiya Sosyal Demokrat 8.5% û Partiya Keskan 6%.
Ev encam heke wek xwe werin ragihandin, dê bibin bûyereke dîrokî, ji ber ku ji dawiya serdema Naziyan û Şerê Cîhanî yê Duyem ve, ev cara yekem e ku partiyeke rastgir a tundrew bikaribe bibe hêza yekem û desthilatê di herêmeke Almanyayê de bigire dest, ev ihtimal dilgiraniyeke kûr li ba kêmîneyan û partiyên sereke çêkiriye, bi taybet ku hemû aliyan ji pêş ve red kirine ku tu cure hevpeymaniyekê ligel wê partiyê pêk bînin.
Bernameya siyasî ya Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê di vê hilbijartinê de li ser çend mijarên nakokî hatiye avakirin, di nav de destpêkirina kampanyayeke berfireh bo derxistina koçberan, qedexekirina sembolên keskesorê li navendên xwendinê, rawestandina projeyên enerjiya bayê û guhertina di bernameyên dersa dîrokê de, namzedê sereke yê wê partiyê jî baweriya xwe bi bidestxistina piraniyê nîşan daye û tekez kiriye ku eger aliyên din amade nebin hevkariyê bikin, ew bi tenê erkê birêvebirina hikûmetê digirin stûyê xwe.
Wek bertekek li hemberî vî arasteyê siyasî, bajarê Magdeburgê yê paytexta herêmê duh Şemiyê şahidê xwepêşandaneke berfireh bû, ku tê de bi hezaran kes li dijî ramana Nazîzmê û tundrewiyê rijiyan kolanan, niha jî hêzên ewlehiyê bi awayekî zêde li bajêr hatine belavkirin bo rêgirtina li her alozî û tevliheviyekê ku dibe piştî ragihandina encaman derkeve holê.
Wîlayeta Sachsen-Anhalt ku nifûsa wê 2.1 milyon kes e, niha ji aliyê hevpeymaniyekê ve bi serokatiya Partiya Xiristiyan Demokrat ve tê birêvebirin, lê belê encamên îro dê bibin ceribandineke dijwar bo şiyana partiyên kevneşopî di parastina pêgeha xwe de li hemberî bilindbûna rastgirên tundrew.

